Îran û Rûsya bi 25 milyar dolarî peymana avakirina santralên nuklerî îmza kirin

Îran û Rûsya bi 25 milyar dolarî peymana avakirina santralên nuklerî îmza kirin

.

A+A-

Îran û Rûsya di navbera xwe bi miqdarê 25 milyar dolarî peymana avakirina santralên nuklerî îmza kirin. Wê rûsya ji bo Îranê 4 santralên nuklerî ava bike. Proje wê ji aliyê şîrketa Rûsyayê ya enerjiyê Rosatomê de li Îranê bimeşe. Santral wê li eyaleta Hurmuzganê li bajarê Sirikê bên avakirin.

Her santralekî wê 1,255 megavat elektrîkê çêbike û bi temamî wê 5.020 megavat elektrîkê bê hilberîn.

Peyman, di çarçova ‘Hefta Atomê ya Dinyayê’

 de ku li Moskovayê hat rêvebirin hat îmza kirin. Bi vê pêngavê dê têkiliyên navbera her dû dewletan bêhtir xwurt bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin