
ÎRAN - Li Qumê teqîneke bihêz: Birîndar hene
.
Li bajarê Qumê yê Îranê di avahiyekê de teqîn çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn.
Sedema teqînê hîn jî nehatiye zanîn û rayedaran derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Rêveberê Parastina Sivîlan a Qumê Elî Zendî diyar kir ku teqîn li Kolana Bestiyê ya bajêr di avahiyekê de çêbûye.
Elî Zendî da zanîn ku piştî bûyerê tîmên hawarçûnê û parastina sivîlan bi lez çûnê herêmê hatine û tedbîrên ewlehiyê hatine standin.
Bi gotina Elî Zendî tîmên tenduristiyê 7 birîndar bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin.
Li ser sedema teqînê hên jî ti agahiyên zelal nîne û hat gotin ku lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Li Enzeliyê di navendeke kar de şewat derket
Di heman rojê de li Herêma Azad a Enzeliyê di navendeke kar de şewateke mezin derket.
Li gorî berdevkê herêmê, şewata ku piştî nîvro dest pê kir bi lez belav bû û bû sedema zerereke mezin a madî.
Li gorî medyaya dewleta Îranê, xebatên vemirandina şewatê bi beşdariya tîmên agirkuj û bi alîkariya helîkopteran berdewam dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin