Îran – Li Erakê du girtiyên kurd hatin bidarvekirin

Îran – Li Erakê du girtiyên kurd hatin bidarvekirin

.

A+A-

Li bajarê Erak yê Îranê du girtiyên kurd hatin bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, du girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Erak yê Îranê, ku bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin, hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, navê yek ji wan girtiyên kurd Seyîd Feyzullah Nûrullahî û navê yê din jî Ehmed Nûrî û her du jî xelkê Kirmaşanê bûne lê mala wan li bajarê Kerecê bûye.

Balkêş e ku nûçeya bidarvekirina wan girtiyên kurd piştî 4 rojan hat zanîn, ji ber ku ew roja 27 vê mehê hatibûn bidarvekirin.

Bajarê Erakê navenda parêzgeha Merkezî ya Îranê ye

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin