
Îran kargehên moşekan ên Îsraîlê bombe kiribûn jinûve ava dike
.
A+A-
Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku Îran niha bi ji nû ve avakirina cihên ji aliyê Îsraîlê û Amerîkayê ve hatine bombebarankirin re mijûl e.
Li gorî ajansê pirsgirêka herî cidî ya Îranê ew e kargehên hilberîn û sotemeniya hişk a çêkirina moşekan gelekî xisar dîtine.
Hatiye diyarkirin ku Îran dixwaze, xwe ji êrîşên dubare re amade bike, loma jî dest bi avedankirina wan kargehên moşekan kiriye.
Herwiha hatiye gotin, Îranê alavên çêkirina wan kargehan ji Çînê hawirde kiribûn, lê ji ber ku têk çûne dibe cardin wan hawirde bike daku çêkirina şewata hişk a moşekan û karê nûjenkirinê bide destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin