Îran: Em di parastina axa xwe de ti nermiyê nîşan nadin

Îran: Em di parastina axa xwe de ti nermiyê nîşan nadin

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser welatê wî ragihand ku Îran di parastina axa xwe de ti nermî û xemsariyê nîşan nade.

Li hêla din, li gorî amaran hejmara miriyên xwenîşandanên li Îranê derket 20an.

Îsmaîl Beqayî di konferansa xwe ya rojnamegeriyê ya heftane de li Tehranê behsa xwenîşandanên dawî kir û got, "Amerîka û Îsraîl piştgiriya nerazîbûnan dikin.

Rejîma Îsraîlê û Amerîka hewl didin hevdem li gel zextên aborî, rewşeke aloz û şerê derûnî bi ser Îranê de bisepînin."

Li gorî Beqayî, şerê derûnî û çêkirina atmosfereke medyayî ya dijber "beşek ji stratejiya Amerîka û Îsraîlê ya ji bo rûbirûbûna Îranê ye."

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê her wiha anî got, "Bala me li ser xurtkirina amadehiyên welat e û çavên me ji bo parastina axa Îranê vekirî ne."

Îsmaîl Beqayî li ser îhtimala êrişeke leşkerî ya Amerîkayê, bi taybetî piştî rûdanên li Venezuelayê jî got:

"Ya ku ji bo me girîng e ew e ku em bi hemû şiyan û hêza xwe tevgera aliyên dijber dişopînin.

Di parastina Îranê de hêzên me yên çekdar ti çavpêketin û xemsariyê nakin."

Hejmara miriyan zêde dibe

Li aliyê din, Ajansa HRANAyê ragihand ku di xwenîşandanên ku ji ber pirsgirêkên aborî dest pê kirine de hejmara miriyan derket 20an.

Li gorî rapora HRANAyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, di nava 8 rojan de li 26 parêzgehan 19 xwenîşander û endamekî hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

HRANAyê eşkere kir ku li seranserê welat li 222 xalan xwenîşandan çêbûne, 51 kes birîndar bûne û herî kêm 990 kes jî hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku birîndarbûn bi piranî ji ber guleyên plastîk û saçmeyan çêbûne.

Heta niha rayedarên Îranê derbarê hejmara mirî û birîndaran de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.

Xwenîşandanên li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bêqîmetbûna lîreyê Îranê û krîza aborî li Bazara Mezin a Tehranê dest pê kirin û li gelek bajaran belav bûn.

Piştî destpêkirina xwenîşandanan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kiribû ku ew nerazîbûna xelkê qebûl dikin û hikûmet ji pirsgirêkên aborî berpirsyar e.

Di rûdanên dawî de, li parêzgeha Loristanê endamekî Besîcê, li parêzgeha Çeharmahal û Bextiyarî 2 kes û li bajarê Aznayê jî 3 kes hatine kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 2yê mehê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyarî dabû Îranê û gotibû, "Eger Îran wekî her tim xwenîşanderên aştiyane bikuje, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."

Donald Trump roja yekşemê jî di balafira Serokatiya Amerîkayê "Air Force One"ê de ji rojnamegeran re axivî û peyamên tund dan birêvebiriya Tehranê.

"Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin"

Trump diyar kir ku ew çavdêriya bûyeran dikin û got:

"Em rewşê gelekî ji nêzîk ve dişopînin. Eger ew dest bi kuştina xelkê bikin, wekî ku di rabirdûyê de kirine, ez bawer im ew dê ji aliyê Amerîkayê ve derbeyeke pir giran bixwin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin