Îran, binke û baregahên xwe yên leşkerî li Sûrîyê vala dike

Îran, binke û baregahên xwe yên leşkerî li Sûrîyê vala dike

Hêz û milîsên leşkerî yên ser bi Îranê binke û baregahên xwe yên li Sûrîyê vala dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro 06.05.2020ê kanala KAN a fermî ya Îsraîlê bi zimanê çavkanîyekî wezareta berevanîya Îsraîlê ve ragehand, milîsên Îranê piştî zêdebûna bombebaranên balefirên şer ên Îsraîlê li ser wan, dest bi vala kirina binke û baregahên xwe yên li Sûrîyê kirine.

Heman çavkanîya wezareta berevanîya Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, ku sedemê vala kirina binke û baregahan ji alîyê hêz û milîsên Îranê ve li Sûrîyê, ji ber ew bombebaranên berdewam ên Îsraîlê li ser wan grub û çekdarên Îranê ye, bi taybet bombebaran şeva duşemê û şûnde, dest bi vala kirina baregahên xwe kirine.

Berpirsên payebilindên Îsraîlê hebûna hêzên Îranê li Sûrîyê wek metirsîyê bo ser asayîşa welatê xwe dibînin û berdewam behs dikin ku rê nadin Îran desthilat be li Sûrîyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin