Îran axa Başûrê Kurdistanê topbaran dike!

Îran axa Başûrê Kurdistanê topbaran dike!

Hêzên Artêşa Îranê, îro careke din dest bi topbarana zozanên li qontara Çiyayê Helgûrdê kirin.

A+A-

Topxaneyên Îranê, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Rojhilat, zozanên ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topbaran dikin.

Hêzên Artêşa Îranê, îro careke din dest bi topbarana zozanên li qontara Çiyayê Helgûrdê kirin.

Qaymiqamê Çomanê Ehmed Qadir ji Rûdawê re ragihand, “Topxaneyên Îranê zozanên Kunerê û Kîfarîstanê yên li ser sînorê bajarokê Hacî Omran û devera Balekayetî topbaran dikin.”

Ehmed Qadir da zanîn, ku di encama topbaranê de koçerek bi saçmeta topan birîndar bûye û agir bi pûş û giyayê navçeyê ketiye. rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin