IMF: Bipêşketina aboriya Îranê ya îsal nêzîkî sifirê ye

IMF: Bipêşketina aboriya Îranê ya îsal nêzîkî sifirê ye

.

A+A-

 Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêşbînî dike ku bipêşketina aboriya Îranê ya ji bo îsal nêzîkî sifirê be.

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) li ser bipêşketinên aboriyê yên welatan raporek belav kir.

IMFê ragihand ku dahata Îranê ya îsal dê gelekî kêm be û rêjeya enflasyonê jî zêdetir bibe.

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) di rapora xwe de da zanîn:

“Bipêşketina aboriya Îranê ya îsal dê tenê 0,3 be û ji bo sala bê jî 0,1 û 1 be.”

Li gorî raporê, IMF pêşbînî dike ku îsal enflasyon li Îranê nêzîkî 4 pileyan zêdetir bibe û ji 38,9an bigihêje 43,3yan.

Her li gorî pêşbîniyên IMFê, eger dan û standinên Îran û Amerîkayê serkeftî nebin û cezayên aboriyê yên li ser Îranê berdewam bin, bipêşketina aboriyê dê rawestê û bêkarî jî ku niha ji sedî 8 kêmtir e, dê bigihêje ji sedî 9,5an.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin