
Îlham Ehmed: Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kînê dinêrin
.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê got, “Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kîn û tohmetbarkirina bi xiyanetê ya di hinek daxuyaniyên aliyên fermî de dinêrin.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihandibû ku Amerîka rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê digire û ti nîşanek ji bo avabûna "Kurdistaneke azad" yan herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî nîne.
Barrack her wiha diyar kiribû ku Washington hewl dide rê li ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xweş bike da ku tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin.
Tom Barrack di daxuyaniyeke din de jî gotibû ku heke HSD di mijara entegrasyona nav artêşa Sûriyeyê de lez neke, dê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê re pirsgirêkan bijî.
Piştî van axaftinên wî, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê careke din dest bi nîqaşkirina çarenivîsa HSD û Kurdan hat kirin.
“Em bi dilgiranî…”
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê îro li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:
“Em piştgiriya berdewam a Amerîka û Fransayê ya ji bo çareseriya siyasî li ya Sûriyeyê û beşdariya wan a di nêzîkkirina nêrînên aliyên Sûriyeyî de bilind dinirxînin.
Lê em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kîn û tohmetbarkirina bi xiyanetê ya di hinek daxuyaniyên aliyên fermî de dinêrin.
Em hêvîxwazên roleke avaker in ku diyalogê bi hêz bike ne ku lawaz bike.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin