Îlam: 2 kes ji ber Newrozê hatin desteserkirin

Îlam: 2 kes ji ber Newrozê hatin desteserkirin

.

A+A-

Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kes ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Melekşahê bûne ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê welatiyên bi navê Ferec Ersen û Kameran Badbirût ên ji navçeya Melekşaha Îlamê, ji ber beşdariya pîrozbahiyên Newrozê yên roja 27 Adarê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Heta niha rêveberî û dadgeha parêzgeha Îlamê derbarê desteserkirina wan 2 welatiyan de ti daxuyanî belav nekirine.

Hunermendê Îlamî Mihemed Ebaszade yê 35 salî jî dema ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya li kolanên Melekşahê hatibû desteserkirin.

Roja 27ê Adarê li navçeyên Melekşah, Karizan û Sîrwanê yên parêzgeha Îlamê pîrozbahiyên Newrozê hatin sazkirin û bi hezaran welatî tê de beşdar bûn.

Dîmenên pîrozbahiyên Newrozê yên li parêzgeha Îlamê li torên civakî jî gelekî belav bûbûn.

Îsal li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê xelkê ve hatin lidarxistin û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin