ÎHD: Di 2022'an de 70 Girtî li Zindanan Jîyanên Xwe ji Dest Dan

ÎHD: Di 2022'an de 70 Girtî li Zindanan Jîyanên Xwe ji Dest Dan

.

A+A-

Komîsyona Girtîgehan ya Navenda Komela Mafê Mirovan (ÎHD) li ser rewşa xirab ya girtîgehan daxuyanîyek belav kir û got ku jiber rewşa girtîgehan, zexta li ser girtîyan giran bûye.

ÎHD da zanîn ku hefteya borî girtîyekî sîyasî yê bi navê Yakup Burukanli, jibo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike, li Girtîgeha Ewlehîya Bilind a Ereglî xwe şewitandîye û rewşa wî xeter e.

ÎHD bang li girtîyan kir ku ji çalakîyên wiha dûr bisekinin û ji desthilatdara sîyasî jî xwest ku daxwazên girtîyan bi cîh bîne.

ÎHD di daxuyanîyê de bal kişand ser rewşa girtîyên nexweş û taloqkirina cezayên girtîyên nexweş.

“Di sala 2022’an de 70 girtî li girtîgehan jîyana xwe ji dest dane û ew yek nîşan dide divê mercên girtîgehên Tirkîyeyê bi lezgînî werin guhertin.’’

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekir Bozdag jî bi daxuyanîyekê got ku jibo rewşa girtîyên nexweş sazkirinên zagonî wê pêk werin.

ÎHD bi bîr xist ku wê li ser mijarê û pêşnîyarên guherînên di derheqa serwerîya qanûn û rêzikan de raporeke bi hûrgulî amade kiriye û vê raporê pêşkeşî partîyên sîyasî hem jî pêşkeşî bîragiştî kiriye.

ÎHD dixwaze wezaret jibo amadekirina zagonê bi sazîyên mafê mirovan û baroyan bişêwire.

Li gor agahîyên fermi, li seranserî Tirkîye 399 girtîgeh hene û kapasîteya wan jibo 288 hezar 348 e, lê ÎHD bal dikşîne ku li girtîgehan 331 hezar û 706 girtî hene.

“Hikûmet niha girtîgehên nû ava dike ku jêre dibêjin Girtîgehên Girtî yên Ewlehîya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa S ku ev herdû model îzolasyontir in ji yên bere. Li gor daneyên Wezareta Dadê, ji 280 girtîgehên girtî, 14 tîpa F, 17 heb bi ewlekarîya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S ne.”

ÎHD dîyar dike ku bi taybetî li girtîgehên Ewlekarîya Bilind, girtî li odeyên yek kesî tên girtin, li odeyên wan cîhê hewadarîyê tuneye û girtî rojê saetek, saetek û nîvek li cîhekî din derdikevin hewadarîyê û bi mecbûrî dema xwe ya mayî li wê odeya xwe ya yek kesî diborînin.

“Bi avakirina girtîgehên ku girtîyan îzole dike, xeterîya îzolasyona civakî çêdibe û encamê de li ser tendirustîya fizîkî û derûnî wê xeterîyên giran pêk bîne. Ewlehîya girtî û cezaxwarîyan di bin şertên îzolasyonê de bikeve xeterîyê.”

Komela Mafê Mirovan bi bîr xist ku girtî jibo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bi kar bînin gelek caran, mecbûr mane ku çalakîyên birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin..

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin