
Îbrahîm Olabî: Civîna Mezlûm Ebdî û Marco Rubio gelekî berhemdar bû
.
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî hûrgiliyên beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya di nava şandeya Sûriyeyê ya li Munîhê de eşkere kirin.
Olabî got, “Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re amade bûn û civîn gelekî berhemdar bû.”
Li Munîhê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê de dîmenên dîrokî derketin holê.
Şandeya Sûriyeyê bi beşdariya hemû pêkhateyan û rayedarên HSDyê bi rayedarên Amerîkayê re civiya.
Nûnerê Sûriyeyê Îbrahîm Olabî li Munîhê bersiv da pirsên derbarê rêkeftina bi HSDyê re û li ser rewşa Kobaniyê zanyarî dan.
Pirsên Rûdawê û bersivên Balyoz Îbrahîm Olabî wiha ne:
Rûdaw: Me hinek wêne li Munîhê dîtin, hinek kes wan wekî dîrokî bi nav dikin ku tê de General Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve Şeybanî li aliyekî li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di civînê de ne. Hûn dikarin hûrgiliyên zêdetir derbarê wê civînê de bidin me? Her wiha General Mezlûm Ebdî çawa ji bo wê konferansê hatibû vexwendin?
Îbrahîm Olabî: Derbarê Munîhê de, bê guman ew kêliyeke dîrokî bû. Sûriye, wekî çawa divê wiha be, bi yek şandeyê û bi hemû pêkhateyên xwe beşdar bû. Ew wêneyê ku hevkarên we amaje pê dikin li gel Sekreter Rubio bû, ez niha li gel hevkarên xwe yên li Munîhê axivîm û gotin ku civîn gelekî berhemdar bûye. Ew kêliyeke mezin bû ji bo me hemûyan. Wekî we dît, şande ji çendîn kesên peywendîdar pêk hatibû ku beşên cuda beşdarî civînan dibûn.
Bê guman di civîna li gel Amerîkayê de, awayê yekgirtî yê şandeyê girîng bû, lewra General Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li aliyê rastê yê şandeya wezaretê amade bûn.Têgihiştina min wiha ye ku civîn di warê naverokê de jî bi awayekî gelekî baş bi rê ve çûye.
Rûdaw: Du pirsên min ên bilez ên din jî hene derbarê rêkeftina li gel HSDyê de. Em zêde hûrgiliyan nizanin, bo nimûne, ez bawer dikim biryar e 4 lîwa ji bo HSDyê hebin, gelo hinek ji wan ji şervanên jin ên Kurd pêk tên?
Îbrahîm Olabî: Derbarê lîwayan û wan hûrgiliyan de, bê guman ev mijarên wiha ne ku divê berdewam kar li ser were kirin û werin zelalkirin lê ya em gelekî girîngiyê didinê û pê dilxweş in, ew e ku ev yek bi rêya diyalog û peywendiyê çêdibe. Me dît ku çend peywendî di beşên cuda de hatin avakirin û çend civîn hatin kirin, ew daxuyaniyên çapemeniyê yên ku hevkarên min û hevkarên HSDyê didin, wekî vê daxuyaniyê, nîşan didin ku tişt ber bi arasteyeke rast ve diçin.
Bê guman ti ji wan ne pirsên hêsan in lê heta girîngî hebe û ev mijar bi mafan û yekparçeyiya axê ve girêdayî bin û em li ser wan li hev bikin, her tişt dikare were çareserkirin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser Kobaniyê ye, ez dizanim Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê daye ku hinek bipêşketin hebûne, kengî hemû xizmetguzarî bi temamî dê vegerin?
Îbrahîm Olabî: Derbarê Kobaniyê de, wekî hûn dizanin di nav çend rojan de, bi awayê herî bi lez, me karwanên Neteweyên Yekbûyî organîze kirin û me hewl da heta ji destê me tê xizmetguzarî dest pê bikin.Me îro ji encumenê bihîst ku ji ber aramkirina rewşê, xizmetguzariyan dest pê kiriye.
Em li bendê ne ku di demeke zû de hemû xizmetguzarî vegerin. Her takekesekî Sûriyeyê hêjayî jiyaneke bi rûmet e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin