
IAEA : Îranê bi Meşînên Pêşketî Dest bi Dewlemendkirina Uranyumê Kiriye
.
A+A-
Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) îro Çarşemê dîyar kir ku Îranê li navenda Fordowê, bi santrîfujên pêşketî, dest bi pêvajoya dewlemendkirina uranyumê heya ji % 20 kiriye.
IAEA' yê roja Sêşemê piştrast kir ku Îran heksfluorîd ku madeya xaf ya uranyumê ya ku heya ji % 5 dewlemendkirî, bi rejeyî dewlemendtir dike.
Hevdem, rexistina NY da zanîn ku Îran li navenda Fordowê bi 166 santrîfujên IR-6 van kiryarên navokî, pêk tîne.
Di rapora IAEA ya meha borî de hatibû gotin ku Îran 166 santrîfujên IR-6 li wir bêyî ku berhama dewlemendkirînê, dixebitîne.
Pispor û dîplomat balê dikşînin ku dibe ku ev gava Îranê girjeyên di danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015'an zêde bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin