HUDAPARê li Amedê seredana PAKê kir

HUDAPARê li Amedê seredana PAKê kir

.

A+A-

Heyeteke HUDAPARê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Rêzdar Şeyhmûs Tanrikûlû, Nûnerê Hewlêrê yê HUDAPARê Rêzdar Samed Yalçin, Serokê Teşkîlata Amedê ya HUDAPARê Rêzdar Farûk Dînç, Sekreterê Teşkîlata Amedê ya HUDAPARê Rêzdar Mucahîd Îlerî, Rêvebirê Teşkîlata Amedê ya HUDAPARê Rêzdar Ferdî Teker pêk hatî, roja pêncşemê, 08.12.2022yê , li Amedê seredana PAKê kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Nûrûllah Tîmûr û Rêzdar Vahît Aba û Berdevkê PAKê Rêzdar Hanîfî Tûran pêşewazîya heyeta HUDAPARê kirin.

HUDAPAR bi minasebeta 10 salîya partîya xwe dê li Amedê pîrozbahîyekê li dar bixe. Heyeta HUDAPARê PAK dawetî vê pîrozbahîyê kir. Herweha heyeta HUDAPARê daxwaz kir ku di demeke minasîb da, Serokê HUDAPARê û Serokê PAKê jî hevdîtinekê bikin.

Heyeta PAKê jî, ji bo vê seredanê û ji bo vexwendina pîrozbahîya 10 salîya HUDAPARê, spasîya heyeta HUDAPARê kir û got emê daxwaza hevdîtina serokê herdu partîyan bigihînin Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk.

Di hevdîtina heyeta PAKê û heyeta HUDAPARê da, herdu alîyan di derbarê rewş û rojeva li Tirkîyeyê û Kurdistanê da bîr û rayên xwe anîn zimên.

Herdu heyetan jî bal kişandin ser girîngîya berdewamîya peywendî û hevdîtinên herdu partîyan.

Hevdîtina heyeta PAKê û heyeta HUDAPARê di atmosfereke erênî da derbas bû.

08.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

2-363.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin