HTŞê berê xwe da Ezazê; Li ser rêya Efrîn-Ezaz şer giran e

HTŞê berê xwe da Ezazê; Li ser rêya Efrîn-Ezaz şer giran e

.

A+A-

Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) piştî kontrolkirina bajarê Efrînê berê xwe dane bajarê Ezazê û li gor agahiyan, li ser rêya Efrîn - Ezazê şerekî giran heye.

Piştî ku hêzên Desteya Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê duh navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, berê xwe dan bajarê Ezazê.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî û yên opozisyona Sûriyê ve, li gundê Kefer Cenê ku gundekî Efrînê ye û dikeve ser rêya Ezazê şeva bihorî şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar de çê bûne.

Li aliyekî din, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam piştî ku bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin, dest bi dizî û talankirina mal û milkên welatiyan kirin.

Çekdarên Cebhe el-Şamiye jî li devera di navbera bajarê Ezazê û gundê Qitmê yê Efrînê de seferber bûne û ji bo rê li ber hatina Desteya Tehrîr el-Şam bigirin, di amadebaşiyê de ne.

Aloziya di navbera grûpên çekdar de li gundên Kefer Cenê, Qitmê û li ser rêya Efrîn-Ezazê hêj jî berdewam e.

HTŞê duh 13ê Cotmeha 2022 piştî şerekî giran li dijî Cebhe el-Şamiye û Feyleqa Sêyem, navenda bajarê Efrînê kontrol kir.

Li bajarê Ezazê yê li bakurê rojavayê Helebê ku di bin destê grûpên çekdarên ên girêdayî Tirkiye de ye, bi sedan kesan li dijî Heyet Tehrîr el-Şam xwepêşandan kirin.

Xwepêşandana xelkê û alîgirên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Ezazê piştî wê yekê tê, ku metirsî heye HTŞ êrîşî Ezazê jî bike û wê derê jî kontrol bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin