
HSDyê daxuyanî da: Berpirsiyarê aloziyan Şam e
.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku aloziya li Helebê encama rasterast a provokasyonên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne.
HSDyê îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrişî bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê kirine bi tundî red kirin.
Dezgehên medyayê îdia kiribûn ku HSDyê êrişî bendên kontrolê yên girêdayî çekdarên hikûmeta Şamê yên li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê kiriye.
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, li dijî danîna rêbendan û girtina rêyan çalakiyeke protestoyî li dar xist û hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi gaza rondikrêj êrişî xelkê kir.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ji ber aloziyan herî kêm 3 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.
HSDyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev îdia ‘qet ne rast in’ û got, “Hêzên me ji dema vekişîna li gorî lihevkirina 1ê Nîsanê ve li herêmê nînin.”
Li gorî daxuyaniyê, tiştê ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê diqewimin encama zincîreyek êrişên dubare yên komên hikûmeta Şamê yên li dijî xelkê sivîl e.
HSDyê diyar kir ku wan koman ablûqeyeke ewlehî û mirovî ya giran ferz kiriye, alîkarî û madeyên tibbî birîne, gelek xelk revandine û li ser bendên kontrolê provokasyonên xwe yên rojane li hember xelkê domandine.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku vê dawiyê wan koman li derdora her du taxan rêbendên axê bilind kirine û dorpêç ferz kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekî gaveke xeter, ew kom hewl didin bi tank û wesayîtên zirxî bi pêş ve biçin û bi topên hawanê û dronan taxên sivîlan dikin armanc.
Ev yek bûye sedema qurbaniyan di nav sivîlan de û zererên mezin gihîştiye mal û milkan."
HSDyê aşkere kir ku van kiryaran xelk tehrîk kiriye û ew han dane ku xwe biparêzin, ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li her du taxan ku erkê xwe ya parastina sivîlan bi cih tînin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê hikûmeta Şamê berpirsyara tam û rasterast a berdewamiya dorpêçê û binpêkirinên sîstematîk ên li dijî sivîlane û her wiha berpirsyarê aloziya dawî ya ku rewşa xelkê xirabtir dike.
HSDyê di dawiyê de bangî rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku bi lezgînî û bi bandor tevbigerin da ku dawî li vê dorpêça neheq bînin û êriş û provokasyonên sîstematîk ên li dijî sivîlan rawestînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin