HSDyê Balafirgeha Helebê kontrol kir
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser şerê li Helebê û bidestxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê daxuyaniyek belav kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Piştî ku milîsên Îranê vekişiyan Hêzên Kurdî li taxên Nubul û Zehrayê li bakurrojavayê Helebê bi cih bûn.
Her wiha piştî ku hêzên rejîmê vekişiyan Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê û taxên li derdora wê hatin kontrolkirin.”
Ji şeva borî ve li taxên Nubul û Zehrayê yên Helebê liv û tevgereke mezin a koçberan a ber bi rojhilatê Helebê û navçeyên wê yên wekî Humus, Hemayê û taxa Eşrefiyê hebû.
Ev yek piştî berfirehbûna Heyet Tehrîr El Şamê û komên hevpeyman ên wê ya li Helebê hat encamdan.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmara kesên ku koçber bûne zêdetirî 50 hezar kesî ye.
SOHRê destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî vekişîna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li ser xalên pişkinînê yên di navbera Şehba û Helebê, xalên pişkinînê yên taxa Eşrefiyeyê de bi dest xistin û Balafirxaneya Helebê û Herêma Pîşesaziyê ya Şêx Necar a Helebê jî kontrol kirin.
Çi dibe?
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê nîvê Helebê kontrol kirin.
Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku ew bersivê didin êrişan lê îro ji navçeya Şehbayê vekişiya.
Li Sûriyeyê komên çekdar ên li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) serpereştiya wan dike ketin navenda bajarê Helebê.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku 3 roj in bi hêzên hikûmeta re şer dikin û ji aliyê rojavayê ve ber bi navenda Helebê ve diçin nîvê bajêr kontrol kir.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) her wiha li rojhilatê başûrê Idlibê, navçeya Seraqibê ya ku rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kir.
Heleb duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û piştî sala 2016an ev yekem êrişa mezin a bi vî rengî ya komên çekdar e.
Sala 2016an hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya, Îran û komên Şîe û Hizbulaha Libnanê, HTŞ û komên çekdar ên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ji Helebê derxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin