HSDê li ser nêzikbûna Sûriye û Tirkiyê hişyarî da: Dê bibe destpêkeke nû

HSDê li ser nêzikbûna Sûriye û Tirkiyê hişyarî da: Dê bibe destpêkeke nû

.

A+A-

 Encûmena Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser peywendiyên Tirkiye û Sûriyê hişyarî da û got “her hewleke muhtemel a Sûriyê bi Tirkiyê re ji bo pêkanîna Planên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê encamên neyînî ji hemû herêman re bi xwe re bîne û zirarê bide çareseriya pêşerojê ya aloziya Sûriyê.

Encûmena Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya HSDê piştî civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku “Hewlên lihevhatina hikûmeta Sûriyê û rêjîma Tirkiyê ji bo asayîkirina têkiliyên her du aliyan tenê destpêkeke nû ye ji bo alozkirina rewşa mirovî û siyasî li ser xaka Sûriyê ye, û hişyarî da ku her hewleke muhtemel a Sûriyê bi Tirkiyê re ji bo pêkanîna Planên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê encamên neyînî ji hemû herêman re bi xwe re bîne û zirarê bide çareseriya pêşerojê ya aloziya Sûriyê.”

Li gorî daxuyaniyê HSDê di civîna xwe de, berfirehbûna êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û giringiya hevahengiya bi hêzên Rûsî re gotûbêj kir û dibêje “Encamên êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berfirehkirina çarçoveya wan li ser Bakur Rojhilat û Bakurê Rojavayê Sûriyê û berpirsyariya aliyên navdewletî di wan de hatin nirxandin û ji bo kêmkirina aloziyê tekezî li ser girîngiya bilindkirina asta hevrêziyê li gel Hêzên Rûsî yên li rojavayê Firatê hat kirin. Her wiha asta metirsiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê jî hat nirxandin, ku hemwextî êrîşên Tirkiyê ew jî bi taktîkên nû yên terorîstî êrîşan pêk tînin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de HSDê amaje bi yekê kir ku hikûmeta Şamê hewl dide li herêma nakokiyan derxe û aramiyê têk bide û wiha got “Hewldanên aliyên girêdayî hikûmeta Şamê ji bo derxistina nakokiyan, têkbirina aramiyê û hewldana têkbirina ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, û di civînê de saziyên pêwendîdar hatin erkdarkirin ku bilez li dijî wan hewldanan tekoşîn bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin