
HSD û paşeroja Sûriyeyê li Washingtonê hatin gotûbêjkirin
.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî li Amerîkayê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Christopher Landau re civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Thomas Barrack jî beşdarî hevdîtinê bûye.
Di civînê de paşeroja Sûriyeyê, pêwendiyên herêmî û hevkariya aborî hatine gotûbêjkirin.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyekê de diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên civînê “Sûriye, pêwendiyên Îsraîl-Sûriyeyê û bicihanîna Peymana 10ê Adarê” bû ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye îmzekirin.
Hat ragihandin ku Alîkarê Wezîr Landau bal kişandiye ser wê yekê ku ji bo Sûriye bibe dewleteke aştiyane, serwer û xwedî refah, "derfeteke dîrokî" heye.
Di civînê de her wiha geşedanên ku piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê sivikkirina sizayên li ser Sûriyeyê derketine holê jî hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku her du alî li ser mijarên wekî “têkoşîna li dijî terorê” û “berfirehkirina derfetên aborî yên dualî” jî axivîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin