HSD: Sûriye top û tankan dişîne Rojavayê Kurdistanê

HSD: Sûriye top û tankan dişîne Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibêje, Hikûmeta Sûriyê li ser şandina çekên giran ji bo bakurê Heleb û Reqayê erê kiriye.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Aram Hena derbarê rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê ji medyayê re axivî.

Berdevkê HSD Aram Hena got: “Sûriyê erê kiriye ku tank û zirîpoşan bişîne eniyên şer li Eyn Îsa û Kobanî.  Ew hêzên Hikûmetê ji bo piştevaniya HSD ye di rûbirûbûna artêşa Tikriyê û grûpên çekdar de.”

Aram Hena tekez kir ku ew rêkeftina ku çêbûye tenê di warê serbazî de ye, ji bo parastina xaka Sûriyê ye.

Li ser pirsa gelo rêkeftina serbazî wê rê ji bo rêkeftineke siyasî xweş bike, Berdevkê HSD got, dê bandoreke erênî hebe ku piştevaniya li hevkirineke berferehtir bike ku yekîtî û selametiya axa Sûriyê biparêze.

Li Ser helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Amerîka de derbarê gefên Tirkiyê de, Aram Hena anî zima ku Amerîka ti garantî nedaye ku Tirkiyê êrîşî navçeyên Rêveberiya Xweser neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin