
HSD: Li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê şer didome
.
A+A-
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, dema vekişîna Rojhilatê Firatê ji deverên Dêr Hafir û Meskene ya hêzên wan komên çekdarên Şamê êrîş kirine û heta vê sibehê jî li 4 eniyan şer didome.
Hate diyarkirin ku êrîşên li Dêr Hafir û Meskene destpê kirin, piştre li gundewarên Tebqa, Tişrîn, Mansura, Reqa û Dêrazorê belav bûne.
Li gorî daxuyaniyê, şervanên HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tang, top û her cure çekên giran, bersivên tund didin hêzên Şamê û derbe li êrîşkaran xistine.
Li gorî agahiyan li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê di navbera hêzên HSD, YPJ û komên çekdar de pevçûn didomin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin