HSD: Li Dêrezorê 5 şervan şehîd ketin

HSD: Li Dêrezorê 5 şervan şehîd ketin

.

A+A-

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku serê sibehê li bajarokê Behra el-Wustayê yê rojhilatê Dêrezorê di êrişeke DAIŞê de 5 şervanên wan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku şervanên wan bi awayekî serkeftî bersiv daye êrişeke DAIŞê û ew êriş têk biriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku DAIŞê li bajarokê Behra el-Wustayê yê rojhilatê Dêrezorê êrişek pêk aniye.

HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir ku “5 şervan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye” û piştî şer û pevçûnên dijwar, operasyonên lêgerîn û şopandinê ji bo girtina DAIŞiyên reviyayî dest pê kiriye.

HSDyê tekez kir ku xwîna şehîdan li erdê namîne û anî ziman:

"Em sersaxiyê ji malbat û hevalên wan re dixwazin û tekez dikin ku xwîna wan li erdê namîne.

Em bi hemû hêza xwe li hemberî van çeteyên terorîst radiwestin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.

Em dê hemû kesên ku beşdarî vê êrişê bûne, piştgirî daye yan jî plan kiriye, li gorî yasayê û bi hêza xwe bişopînin."

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî xelkê herêmê kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin û tekez kir ku ew dê ji bo parastina sivîlan û misogerkirina ewlehiyê operasyonên xwe yên bidomînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin