
HSD: Komên girêdayî Şamê Bendava Tişrînê topbaran dikin
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ji îro serê sibehê ve Bendava Tişrînê û derdora wê bi çekên giran topbaran dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku topbaran bi awayekî sîstematîk û bi çekên giran ên wekî tank û topên bejahî tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku topan rasterast li bendavê bi xwe, xaniyên karkeran û gundên derdorê xistine û ev yek gefeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike û tesîsên jiyanî dixe ber metirsiyeke karesatî.
HSDyê ev êriş wekî "aloziyeke xeter û binpêkirineke eşkere ya peymanên agirbestê" bi nav kir û anî ziman ku berdewamiya van êrişan dê tenê bibe sedema zêdetir aloziyê û gefê li aramiya herêmê bike.
Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê berpirsyarî xist stûyê hikûmeta Şamê û got, "Em hikûmeta Şamê bi tevahî berpirsiyarê van binpêkirinan û encamên wê yên giran dibînin, û em tekez dikin li ser mafê xwe yê parastina rewa ji bo parastina gel û hêzên xwe li dijî her gef û êrişekê."
Şer û pevçûn
Li aliyê din, li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li derdora bendavê hewldana hêzên girêdayî hikûmetê ya ji bo derbasbûna nav xalên HSDyê bû sedema pevçûnan.
Piştî ku HSDyê bersiv da, komên çekdar paş ve vekişiyan û li herêmê aramiyeke nisbî çêbû.
SOHRê da zanîn ku "komên bi piştgiriya Tirkiyeyê jî serê sibehê cihên sivîlan ên li derdora Bendava Tişrînê topbaran kirine."
Hat diyarkirin ku di vê topbaranê de tenê zerera madî çêbûye û ti ziyanên canî çênebûne.
Derbarê mijarê de rêveberiya Şamê heta niha ti daxuyanî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin