HSD: Komên çekdar derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin

HSD: Komên çekdar derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin

.

A+A-

 HSDyê ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê agirbest binpê kiriye û derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya li derdora Bendava Tişrînê li ser hesabê xwe yê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, îro demjimêr derdora 17:30î Girê Sêryetelê û derdora Bendava Tişrînê bi topên giran hatine armanckirin.

HSDyê da zanîn ku topbaran ji çeperên komên çekdar ên li nêzîkî bajarê Minbicê hatiye kirin û got:

“Ev êriş wekî pêşhateke nû û binpêkirina agirbestê ye.”

Li ser ziyanên canî û madî yên êrişê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

HSDyê danê sibehê jî daxuyaniyek belav kiribû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro derdora Bendava Tişrînê kesekî êrişkar hatiye kuştin û da zanîn:

“Îro berê sibehê, komeke çekdar ên hikûmeta Şamê hewl da ku derbasî yek ji xalên li çoltera derdora Bendava Tişrînê bibe.”

Li gorî daxuyaniya HSDyê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê ji bo ku şervanan bikin armanc û aramiya herêmê têk bidin bombeyên destan bi kar anîne.

HSDyê diyar kir ku hêzên wan yekser bersiv daye koma êrişkar û pevçûnên rasterast derketine, di encamê de endamekî êrişkaran hatiye kuştin.

Hat gotin ku endamên din ên komê termê hevalê xwe li cihê pevçûnê hiştiye û reviyane.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî piştrast kir ku çekdarek hatiye kuştin.

Her wiha di dawiya daxuyaniya HSDyê de hatibû gotin ku hêzên wan ji bo bersiva gefan û têkbirina hewldana derbasbûnê mafê xwe yê parastina rewa bi kar aniye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin