HSD encamên operasyonên sala 2021 ên li dijî DAIŞê aşkere dike

HSD encamên operasyonên sala 2021 ên li dijî DAIŞê aşkere dike

.

A+A-

HSDê encamên operasyonên xwe yên di sala 2021ê de li dijî şaneyên terorîstên DAIŞê kirine, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên operasyonên xwe yên di sala 2021ê de li dijî şaneyên terorîstên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê kirine, eşkere kirin.

Di daxuyana Navenda Ragihandinê ya HSDê de hat, “Hewl û fedakariya hêzên me yên di sala 2021an de li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serkeftin bi dest xistin û hêzên me karîn gelek operasyonên terorîstî yên muhtemel têk bibin. Herwiha gelek planên terorîstan beriya pêkanîna wan pûç kirin.”

Diyar kir jî, “Hişyariya hêzên me bû sedema aşkerekirin û pûçkirina gelek bombe û teqemeniyan. Herwiha gelek hemleyên pakkirinê ji bo girtina şaneyên veşartî yên DAIŞê, bi taybetî li ser sînorên Sûriye-Iraqê û herêmên biyabanê hatin kirin.”

Di daxuyaniyê de encamên operasyonên ku HSD’ê çi yên bi tenê yan, operasyonên hevbeş ên bi Hevpeymaniya Navdewletî re li dijî DAIŞ’ê di sala 2021’an de kirine, eşkere kirin:

- 115 operasyonên ewlekarî yên yekalî û hevbeş li dijî DAIŞê hatin kirin

- 93 Şaneyên teroristî hatin hilweşandin

- 802 endamên şaneyên DAIŞê, gûmanbar û kesên alîkarî dane şaneyên DAIŞê hatin desteserkirin.

- 8 endanên şaneyên DAIŞê di operasyonan de hatin kuştin.

- 47 êrîşên DAIŞê berî pêkanînê hatin pûçkirin.

- 87 bombe û mîn hatin pûçkirin.

Di dawiya daxuyaniya HSDê tekezî hate kirin ku divê civaka navdewletî alîkariya civaka xwecihî bi taybetî di mijara dubare avedankirina herêmê de. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir jî ku êrîşan Tirkiye li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêmên HSDê, rasterast bandorê li têkoşîna HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin