
HRW: Piştî şerê li Siwêdayê karesateke mirovî çêdibe
-
HRWyê hişyarî da ku ji ber tundiya di navbera çekdarên eşîran û komên Durzî de li Siwêdayê krîza mirovî kûrtir dibe û sivîl rastî gelek zehmetiyan tên.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) li ser rewşa Siwêdayê daxuyaniyek belav kir.
HRWyê di daxuyaniyeê de got, şerê ku bi tevlêbûna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û êrişên asmanî yên Îsraîlê dijwartir bûye, zerereke mezin gihandiye xizmetguzariyên bingehîn ên wekî av, elektrîk û binesaziya tenduristiyê.
HRWyê her wiha diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Alîkarê Birêvebirê HRWyê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle got:
"Li Siwêdayê civak ji cih û warên xwe dibin û bi kêmasiya xwarin, av û xizmetguzariyên tenduristiyê re rû bi rû ne.
Lê ji ber neewlehiyê, astengiyên siyasî û bêbaweriya kûr, alîkariyên mirovî nagihîjin wan."
Adam Coogle wiha pêde çû, “Bêyî ku em binerin ka kî herêmê kontrol dike, divê alîkariyên mirovî demildest û bê destwerdan bigihîjin."
93 hezar kes ji cih û warên xwe bûne
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku heta 20ê Tîrmehê herî kêm 93 hezar û 400 kes li parêzgeha Siwêdayê ji cih û warên xwe bûne.
HRWyê 306 kuştin tomer kirine ku herî kêm 23 ji wan zarok in û piraniya wan ji ber gule û perçeyên bombeyan mirin.
HRWyê her wiha ragihand ku gelek term nehatine tomarkirin, hinek li nexweşxaneyan an jî navendên tenduristiyê yên gundan mane.
Li aliyê din HRWyê bangî hemû aliyên şer, bi taybetî li hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar ên serdest kir ku derbasbûna ewle ya karwanên alîkariyên mirovî misoger bikin û rê bidin endezyaran ku xizmetên bingehîn sererast bikin.
Rêxistinê her wiha daxwaz ji hemû aliyan kir ku rêzê li xebatkarên alîkariyê bigirin û wan biparêzin, sivîl û binesaziya sivîlan nekin hedef û serxwebûna operasyonên mirovî biparêzin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin