HRW: Operasyon çêbibe, dê bi milyonan kes wêran bibin

HRW: Operasyon çêbibe, dê bi milyonan kes wêran bibin

.

A+A-

 Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch), li ser hegera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ku li dijî Rojava bike, belgeyek amade kir û di belgeyê de encamên ku dê derkevin, bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin.

Di belgeya HRW de ku rêxistineke ser bi Amerîkayê ve ye, rewşa erkên aliyên şer ên li gorî yasayên navneteweyî, nîgeraniyên li ser koçberî û penaberiya ku çêbibe û encamên rewşa terorîstên IŞÎDê yên li herêmê di girtîgehan de ne, hat eşkerekirin.

Di derbarê belgeya ku hat amadekirin de Alîkarê Rêvebirê Rojhilata Navîn ê HRWê Adam Coogle, van hûrgiliyan parve kirin:

“Berê, Tirkiye û hevalbendên xwe, di operasyonên leşkerî yên dersînorî de li Sûriyeyê bi awayekî kêyfî sivîl kuştin û girtin. Metirsiya dubarekirina binpêkirinên mafan ên hêzên Tirkiyeyê û çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve heye. Operasyoneke nû, rewşa mirovî ya bi milyonan mirovên li Rojava û Sûriyeyê ku jixwe wêran bûye, dê girantir bike.”

Êrîşên Tirkiyeyê, zêde bûne

Di çend rojên dawî de hêzên Tirk, êrîşên xwe yên li dijî Rojava zêde kirine û ev yek ji aliyê rayedarên Hêzên Suriya Demokratîk (HSD)ê ve wekî binpêkirina zagonên navneteweyî tê ragihandin. Her wiha di daxuyaniyên ku ji aliyê HSDê ve tên dayîn de tê eşkerekirin ku di encama van êrîşên dawî de jin û zarok jî di nav de sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin