
HRW: Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê binpêkirinên xwe didomînin
.
HRWyê ragihand ku komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên xwe yên wekî girtin, şkencekirin û xespkirinê berdewam dikin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro derbarê binpêkirinên komên çekdar ên bi piştrgiriya Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê (herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê) raporek belav kir.
HRWyê eşkere kir ku komên çekdar ên Sûriyeyî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ku bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SNA) tên naskirin, li bakurê Sûriyeyê di girtin, şkencekirin û xespkirina sivîlan de berdewam in.
HRWyê di raporê de got, "Ev çekdarên ku di nav hêzên çekdar ên Sûriyeyê de dibin yek, fermandarên wan jî di pozîsyonên girîng ên hikûmet û leşkerî de tên tayînkirin, tevî ku berê di binpêkirinên cidî de cih girtine."
Her wiha HRWyê bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku dawî li binpêkirinên berdewam bîne "û lêkolînê li ser wan bike û kesên ku tomara wan a binpêkirinan heye ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dûr bixe."
Binpêkirinên serokên koman û tayînkirina wan
Di raporê de navê çend serokên koman tên dayîn ku berê di binpêkirinên belgkirî de cih girtine û niha pozîsyonên bilind ên di sîstema leşkerî ya nû de digirin.
Di nav van de "Mihemed el-Casim (Ebû Emşa) ku Lîwaya 62yem bi rê ve dibe, Seîf Bûlad (Seîf Ebû Bekir) ku Lîwaya 76an bi rê ve dibe, Fehîm Îsa alîkarê Wezîrê Parastinê yê ji bo karûbarên bakur û herî dawî, Ehmed el-Heyis (Ebû Hatem Şeqra) ku Lîwaya 86em li herêma rojhilat bi rê ve dibe."
Hikûmeta Şamê kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi Ahmed El- Hayes ê bi nasnavê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kir.
HRWyê tekez kir ku rayedarên Sûriyeyê berpirsyariya "binpêkirinên ji aliyê hêzên ku tevlî artêşê dibin û her wiha berpirsyariya astengkirina binpêkirinan û misogerkirina berpirsyartiyê" hildigirin.
"Tirkiye berpirsiyariya sûcên şer digire ser xwe"
Li aliyê din, HRWyê bal kişand ser piştgiriya ya ji komên çekdar re û got:
"Tirkiye ku hîn jî çavdêriya komên berê yên SNA dike û piştgiriya lojîstîkî, çek, mûçe û perwerdeyê dide van koman, ji ber binpêkirinên wan û sûcên şer ên potansiyel berpirsiyar e."
"Divê pêşî li binpêkirinên li Kurdan bê girtin"
Rêxistina HRWyê bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku rê li ber binpêkirinên li herêmên dagirkirî yên hemberî Kurdan bigire got:
"Divê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi lezgînî artêşa xwe di bin fermandariyeke hesabdar de bi çavdêriya sivîl bike yek û pabendbûna bi pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan misoger bike.
Divê gavan bavêje da ku pêşî li binpêkirinên din ên li dijî Kurd û niştecihên din ên li bakurê Sûriyeyê bigire, serbestberdana hemî kesên bi awayekî keyfî hatine girtin misoger bike, û îstismarkirinên berê bi pêvajoyên qanûnî yên dadperwer lêkolîn bike."
"Divê Tirkiye piştgiriya xwe ya ji komên çekdar re bibire"
Her wiha HRWyê bangî Tirkiyeyê jî ku pişgiriyê nede komên çekdar û got:
"Divê Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo fermandar û komên destdirêjker rawestîne û tazmînatê bide qurbaniyan."
Li ser vegera koçberan jî HRWyê got, "Divê hikûmeta veguhêz şert û mercên ji bo vegera ewle, dilxwaz û bi rûmet a kesên koçberkirî biafirîne."
HRWyê her wiha bang kir ku çavdêrên "serbixwe bigihêjin hemû navendên girtîgehê yên ku ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirkiyeyê ve tên birêvebirin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin