
Hoşyar Zêbarî: Dibe ku hilbijartinên pêşwext werin kirin
.
Hoşyar Zêbarî ragihand ku eger Parlamentoya Kurdistanê neyê çalakkirin hilbijartinên pêşwext bijardeya herî xurt e.
Endamê Desteya Kargêriyê ya Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ji nîqaşên lîsteya hevpar a bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re heta xebatên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê li ser gelek mijaran nirxandin kirin.
Hoşyar Zêbarî di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re de li ser siyaseta herêmî û neteweyî daxuyaniyên berfireh dan.
Zêbarî diyar kir ku eger xitimîna li parlamentoyê neyê çareserkirin “divê valahî teqez were dagirtin” û got, “Di nav hemû bijardeyan de rêya herî guncav dibe ku hilbijartinên pêşwext be.”
“YNKyê pêşniyara lîsteya hevpar qebûl nekir”
Zêbarî bal kişand ser kêmkirina hejmara kursiyan a li herêmên Kurdistanî yên li derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn ên Îraqê de û diyar kir, sedema sereke ya vê yekê “helwesta siyasî ya parçebûyî” ye.
Zêbarî destnîşan kir ku PDKyê beriya hilbijartinan li hinek herêman lîsteya hevpar pêşniyarî YNKyê û aliyên din kiriye û got, “Mixabin me bersiveke berbiçav ji bo vê banga xwe wernegirt.”
Li Îraqê dest bi hevdîtinên avakirina hikûmetê hatin kirin
Zêbarî li ser pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Îraqê jî agahî dan û diyar kir ku Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan du komîte ava kirine.
Li gorî vê yekê, komîteyek bi aliyên Kurd û Sunî re dan û standinan dike û komîteya din jî namzedên serokwezîriyê dinirxîne.
Zêbarî li ser paşeroja Serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî jî got, Sûdanî dê ne tenê namzedê Şîeyan be û Çarçoveya Hevahengiyê dê navên din jî bîne rojevê.
Zêbarî anî ziman ku mijara derxistin an dernexistina namzedê serokkomariyê yê PDKyê dê di civîna serkirdayetiyê ya bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî de were diyarkirin.
Rexneya “krîza mûçeyan” li Bexdayê: Bûye amûra zexta siyasî
Zêbarî diyar kir ku mijara din a girîng a di rojeva wan de krîza budce û mûçeyan a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Zêbarî helwesta birêvebiriya Bexdayê wekî “nedadperwer” bi nav kir û tekez kir ku mijara mûçeyan hatiye siyasîkirin û li dijî Herêma Kurdistanê wekî amûreke zextê tê bikaranîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin