
Holanda hevkariya xwe bo Pêşmerge didomîne
.
Şêwirmendê Bilind ê Wezaretê û Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê civiyan.
Wezareta Pêşmerge ragihand; Şêwirmendê Bilind ê Wezaretê û Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê Colonel Paul li ser hevkariyên Holandayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê civiyan.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin; îro 22yê Sibata 2022yan, Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer ligel Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê civiya.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir; di civînê de behsa pêşveçûna bernameya çaksaziyê hat kirin, bi taybetî proseya aktîvkirina rêveberiya xwebexşan, ku Şêwirmendê Bilind ê Holandayê Colonel Paul serperiştiya vê bernameyê dike.
Piştre Colonel Paul kurteyek derbarê serdana xwe ya bo mîhwera hêzên Pêşmerge pêşkêş kir û soz da ku hêzên Holandayê di hevkarîkirina Pêşmerge de dê berdewam bibe.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin