Hingivê Bedlîsê li Londonê xelata ‘Hingivê Zêr’ wergirt

Hingivê Bedlîsê li Londonê xelata ‘Hingivê Zêr’ wergirt

.

A+A-

 Hingivê bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê di Pêşbaziya Hingiv a Navneteweyî (London International Honey Competıtıons) a ku li Londonê hat lidarxistin de xelata "Hingivê Zêr" wergirt.

Mêşvanê Bidlîsî Serdar Ersan bi hingivê ku li zozanên bilind û di warê nebatan de dewlemend ên bajêr berhem tîne,  di 25ê Nîsanê de serî li Pêşbaziya Hingiv a Navneteweyî ya li Londonê da.

Piştî analîz û testên li laboratuvarê derket holê ku hingivê Bedlîsê ji hêla nirxê prolîn û polenê û nemê ve dewlemend e û di encama nirxandinan de 600 cureyên hingiv ên beşdarî pêşbaziyê bûn li pey xwe hişt û xelata "Hingivê Zêr" wergirt.

Serdar Ersan ê mêşvan got ku hingivê xwe li herêma Bedlîsê ya ku ji sedî 90ê zêdetir çiyayî û ji hêla florayê ve dewlemend e hildiberînin.

Ersan behs kir ku zozanên bajêr ku 1500 û 2 hezar 300 raqima wan heye gelek nebatên endemîk hene û wiha axivî: “Armanca me ew e ku hingivê ku li Bidlîsê tê hilberîn li ser sifreya dinyayê cî bigire. Mafê her kesê ye ku hingivê rastîn û bi kalîte bixwe. Ev xelat li ser navê bajarê me xelata ewil nîne, me di sala 2017an de li Kongreya Mêşvaniyê ya Dinyayê di Pêşbaziya Hingiv a Apomondîayê de Xelata Kalîteyê ya Dinyayê hildabû û bajarê xwe serbilind kiribû. Me îsal jî di Pêşbaziya Hingiv a Navneteweyî ya ku di navbera 19-20ê Gulanê li Londona paytextê Brîtanyayê hat lidarxistin de ji bo bajarê xwe Xelata Hingivê Zêr qezenc kir. Em vê xelatê diyariyê hemû gel û mêşvanên Bedlîsê dikin."

Ersan diyar kir ku li Bedlîsê ji mêj ve ye mêşvanî û hilberîna hingiv tê kirin û wiha axivî: "Hingivê Bedlîsê ji aliyê taybetmendiyên xwe yên fizîkî û kimyewî ve navdar e. Nasir-î Husrevê geştyar û wêjevanê navdar ê ku di sala 1050yan de bajarê me ziyaret dike behsa kalîteya hingivê Bedlîsê dike û dibêje ku li herêmê karê mêşvanî û hingivê gelekî belav e. Hingivê Bedlîsê ji ber dewlemendiya çavkaniyên fizîkî û cihê ku lê tê hilberîn li gor hingivên din ên ku li dinya û bajarên din ên Tirkiyê tên hilberîn bi kalîtetir e. Hemû tiştên ku hingivekî bi kalîte, bi cêj û tahmd dike di hingivê Bidlîsê de hene."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin