Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

.

A+A-

Mehmet Gur

Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji pênç kesan kêmtir nebe. Ku leyîstok baş were fêhmkirin, em dê bikin du tim. Tima yekemîn û tima duyemîn. Leyîstvanên tima yekemîn dibin kerkê kerajoyê.

Tima duyemîn dê bi paş ve pê tîliyên xwe çavên leyîstvanê tima yekemîn hişk bigire. Qasî sê metreyan bajo, her metreyekê hevalê wî dipirse ‘kerkê kerajoyê kî ye te diajot.’ Sê caran dipirse.

Heke leyîstvanî ji tîl, bizav û bêhna wî naskir pêşbirkê qezenc dike. Li pişta wî dê siwar be û li qada leyîstinê sê çerxan pê bavêje. Heke nezanî dê leyîstvanê tîma duyemîn li pîşta wî sîwar be û sê çerxan pê bavêje.

Çûkanê

Çûkanê leyîstoka zaroka ye. Zarokan ev leyîstoka dema ji ber bêr û karî dizivirin û hatin nav gund û zoman, bêhna xwe vedidan, nan dixwarin û li qada gundî kom dibûn. Dibûn du kom.

Hejmar çi qas zêde bibe leyîstok ew qasî xweş dibe. Komekê çavên xwe digirtin. Koma din diçû xwe vedişart.

Yek ji komê dima zêrevanî li koma çavên xwe digirt dikir ku çavên xwe venekin.

Piştre koma di hejmart û zêrevanî dikir ji diçû. Kevirek diwarî dikir kevirê çûkanê.

Dibêjin ‘pişta min û beriya min, rest û çepên min çûkanê ye’.  Koma çavên xwe digirt, kesek dihişt ber çûkê kevirî û lê zêrevanî dikir.

Yên din ji diçûn kesên xwe veşartî digeriyan. Gava yek didît gazî dikir û navê wî dianî. Heta şev dereng me ev leyîstok dileyîst.

Holana gîxê

Hola gîxlê ji tatî tê çêkirin. Qada hola gîxê çargoşeyî tê çêkirin û bi keviran sinorên wê tên xuyakirin.

Qasê deh metreyan fireh û deh metreyan jî dîrêj e. Bi komî tê leyîstin.

Her komek ji pênç kesan pêk tê (hejmar tê zêdekirin). Komek diçe nav qada ku sinorên wê bikeviran hatiye diyarkirin.

Koman din ji bi holê didane van. Heke hol bi yekê ket ew ji leyîstokê derdikeve. Yên di nava qada leyîstokê ji dikarin holê bigirin û deynin yên koma ji derî qada leyîstokê de. Gava hol bi wan ji ketin, ew ji dişewitin û ji leyîstokê derdikevin. Heta leyîstvan ên komekê xilas dibin.

Kêlanê

Kêlanê leyîstokeke kevran e û di navbera du koman de tê lîstin. Her aliyek pênç kevriên ferş çikilînin, li pîşt hevdu rêz dikin. 

Navbeyna keviran divê du gavan ji hevdu dûr bin. Leyîstvan ji rêzê ve van keviran armanc digirin.

Endamêkî komê kevir diavêje kêlê, ger wî kêl xist berdewam dike û hewl dide kêlên din jî bêxe jêr. Ger nekarî kêlê bike, vê car dor derbasî koma din dibe.

Heke bi yek kevirî du kêl xistin divê bêje ‘ tûtûûû’ da serkeftina wî were pejirandin. Kî alî berî aliyên din kêlan bixê, ew serkeftiye û digehe armanca xwe.

Pîr pîrkê

Ev leyîstoke ji leyîstokên din cûda ye. Lewra di vê leyîstokê de çi komên li hemberî hev du nînin.  Pîr di nava qadê de rûdine û gopalekê digire destê xwe. Hejmara leyîstvana nediyar e.

Leyîstvan li dora pîrkê wekî qazê dimeşin. Qederek xweş wisa dimeşin heta çongên wan diwestin û bi gazikirina pîrê re yek yek diçin ber destê pîrê.

Leyîstvan dibêje ‘Pîrkê pîrkê ez hatim.’ Hedî hedî radibin û çongên xwe rast dikin. Heke deng ji çongên wan hat pîrkê lî wan nade, heke deng ji çongên wan neyê, pîrkê sê caran bi gopalî li wan bixe. 

Şeqanê

Ev leyîstok bi holê tê leyîstên. Holê ji tatî û bi qumaşî çêdikin. Bi deh kesan  (hejmar tê zêdekirin) tê leyîstin.

Dibin du komên û her komek pênc kes in. Qadekê ji bo şeqanê amade dikin. Darekê ji bo şeqlêdanê çêdikin.

Qada şeqanê qasî 20 metreyan dîrêj e. Kevirekê deynin serê qadê. Komek li şeqê dide û komek ji diçe nava qadê.

Ji koma şeqanê yek kes diçe şeqlêdanê. Yek ji jî koma din tê û ji teniştê ve holê diavêje ber darê şeqvanî.

Şeqvan gava li holê da hevalên wî li kêleka wî sekinîne. Gava şeq li holê da leyîstvanên hevalên wî yek yek direvin bo ser kevirê serê qadê.

Leyîstvanên koma din ji dibezin holê ku ji hewa ve bigirin û didin pê kesê ku direve û holê dixwaze lê bide.

Heke hol li leyîstvanî da ew ji leyîstokê derdikeve. Heke nikarî lê bide, xilas dibe û diçe ser kevirî.

Ev leyîstokê wisa didominîn. Ev leyîstoka Kurdan wekî beyzbola Amerîkayê ye. Dibe ku Amerîkiyan ji Kurdan girtibe.

Mîz Xesandin

Ez vê leyîstokê ji bo pêkenokê dinivîsîm. Berê wekî em li gundan bûn me ev leyîstok dileyîst. Berî leyîstokê em diçûn me zêde zêde av vedixwar.

Em diçûn ser tehtekê. Hem diketin rêzê û hem jî yek û yek me dimîst ser mîza hevdû. Diviyabû mîza me ji ya yên din derbas bûbûya. Heke nebûya wî pêşbirk qezenc nedikir û xelat dida yên din.

Biranê

Leyîstokeke parastin û êrişê ye. Di vê leyîstokê de mirov hînî şer û parastinê dibe. Ji keviran kelekê çêdikin. Du kom dileyizin. Hejmara wan zêde be jî dibe.

 

Komek parastina kelê dikin. Li dor kelê zincireke parastinê ava dikin. Koma din êrişî kelehî dike ku bistine.

Divê yên êrişê dibin ser kelê wê zincira parastinê derbas bibin. Gava derbasbûn divê destê xwe li pişta wan kesên di zincira parastinê de bidin.

Gava destê xwe lêxist ew kes ji zincira parastinê derdikeve. Yên di rewşa parastinê de jî dikarin êrişî koma êrişkaran bikin û destê xwe li pişta wan bidin û wan ji leyîstokê derbixin.

Koma di rewşa êrişê de dixwaze kelehê hilwîşine. Lê gava xwe avêt pişt zincira parastinê heke piyê xwe li kelehê bixe, leyîstok xilas dibe.

Vêca heke hêj pêyê xwe li kelehê nexisti be, leyîstvanê koma din destê xwe li piştê bixwe wê çaxê ew leyîstvan dişewite.

 Hêkilo mêkilo

Ev leyîstokeke pir cuda ye. Ev leyîstika zarokan e. Çar zarok li hev dicivin û her du destên xwe didanin ser erdê.

Yek ji destekê didane erdê û bi destê din dihejmêrê. Ne bi reqema bi gotinên henekî dihejmêrê.

Wekî çîvanokê dûbare dikin. Hêklo mêklo çarim çêklo hestîyê kewê li bin kewê, kew firî mam gurî, hat li ser vir darî.

Bi vî awayî dûbare dikin. Li kîjanê bikeve hejmar, qûnçirkekê li pişta destê wî didin.

Bi vî awayî ji tê gotin, “Hêklo mêklo çarim çêklo hestiyê kewê ber kewê, qangirî mangirî, firî hat ser vî darî”

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin