
Hikûmetê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da
I
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîra Botan daxuyaniyek belav kir û ragihand, "Hinek şîrove û xwendinên cuda, nexwestî û dûrî mebestê hatin kirin ku bûn sedema dilgiraniyê."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:
"Serdana dîrokî ya Serok Barzanî ya parêzgeha Şirnexê û herêma Cizîrê, beşdariya wî ya di Sempozyuma Melayê Cizîrî de, nîşandana piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya aştiyê û ew pêşwaziya germ a ku ji aliyê sazî û dezgehên fermî yên hikûmetê û xelkê herêmê ve li wî hat kirin, cihê spasî û pêzanînê ye.
Lê belê paşê hinek şîrove û xwendinên cuda, nexwestî û dûrî mebestê derketin holê ku bûn sedema dilgiraniyê.
Ya girîng ew e ku di pêwendiyên Komara Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de serdemeke bêhempa heye.
Pêvajoya aştiyê jî gaveke rast e di çareserkirina pirseke girîng û hestyar de.
Em destxweşiyê li hikûmet û partiyên desthilatdar ên Tirkiyeyê û hemû aliyan dikin ku rola wan a bibandor di bipêşvebirina aştî û aramiyê de li Tirkiye û herêmê hebûye.
Em pêwîst dibînin ku hemû alî bi hevkariya hev hewl bidin wan dilgiraniyan birevînin û tekezî li ser kûrkirina pêwendiyan, pêkanîna aştiyê, parastina berjewendiyên me yên hevbeş û aramiya herêmê bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin