
Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
.
Hinek dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.
Derengiya şeva borî, hinek şervanên HSDyê yên ku di şerê vê dawiyê yê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.
Ev pêngav wekî nîşaneya niyetpakiyê û encama dan û standinên dawî yên di navbera her du aliyan de tê dîtin.
Gihiştin Hisîçayê
Dîmenên gihîştina wan şervanan a bajarê Hisîçayê li ser torên civakî belav bûn.
Di dîmenan de tê dîtin ku Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Hisîçayê Siyabend Efrîn, wan şervanan pêşwazî dike.
Heta niha nehatiye zanîn bê ka çend şervan hatine berdan.
Lê belê li gorî zanyariyan, rewşa tenduristiya şervanan baş e û ew dê piştî kontrolên pêwîst bigihîjin malbatên xwe.
Encama dan û standinan e
Berdana van dîlan di demekê de ye ku pêwendiyên di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ber bi asayîbûnê ve diçin.
Beriya niha bi çend rojan, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û şandeyeke hikûmeta demkî li Hisîçayê li hev civiyabûn.
Di wan hevdîtinan de pêvajoya "têkelbûnê" û hevkariya ewlehiyê hatibûn gotûbêjkirin.
Tê payîn ku ev pêngava berdana dîlan, bandoreke erênî li pêkanîna bendên peymana 29ê Kanûna Paşîn a navbera HSD û Şamê bike.
Her wiha tê çaverêkirin ku ev pêngav bibe sedema xurtkirina aramiyê û kêmkirina aloziyan li herêmê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin