Hikûmeta Sûriyê rê nade alîkarî derbasî Şehbayê bibin

Hikûmeta Sûriyê rê nade alîkarî derbasî Şehbayê bibin

.

A+A-

Hikûmeta Sûriyê astengiyên tund li pêş gihandina sûtemenî, derman û xwarinê ji bo navçeya Şehbayê derxistin.

Astengiyên ku rêbendên hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên hevpeymanên wê li pêş gihandina pêdawîstiyên jiyanê bo navçeya Şehbayê derdixînin, nişteciyên navçeyê ji koçberên Efrînê û xelkê cihê rûbirûyê kirîzeke tund kirine.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê, roja çarşemê, ji çavkaniyekê ji nav bajarê Til Rifatê wergirtine: 1 lître benzîn bi 9000 lîreyê Sûrî, 1 lître mazot bi 7000 lîreyê Sûrî, 1 Betla xaza malê bi 80 hezar lîreyê Sûrî û 1 Kîlo şekir bi 5 hezar û 500 lîreyê Sûrî ne.

Parêzer Şiyar Elî, ku xelkê herêma Efrînê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev pirsgirêk salane tê derxistin.

Şiyar Elî dibêje “Ji sala 2018an ve ev pirsgirêk her sal heye. Derdora 140 hezar miletê me li Şehbayê hene. Pêwîstiya me bi mazotê heye lê astengî pir in.”

Elî go jî ku pirsgirêkê li pêş nexweşan jî tên derxistin û rexne li helwesta hikûmeta Sûriyê di vê derbarê de girtin.

Herwiha Şiyar Elî anî ziman “Astengî di hemû wanran de hene, heta meseleya nexweşan jî. 3-4 zarok jî di rê de mirine, nehiştin biçin Helebê. Ev jî kêmasiyeke ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve. Em bi hêvî ne di demeke nêzik de ev pirsgirêk çareser bibe.”

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, rêbendên hikûmeta Sûriyê 10% ji sûtemeniyê pêwîst ji bo navçeyê berdidin. Herwiha 25% ji xaza malan a pêwîst ji bo navçeyê berdidin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê astengiyan li pêş derbasbûna derman, keresteyên xwarin û vexwarinê û her wiha jî çûn û hatina hevwelatiyan derdixin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin