
Hikûmeta Iraqê pirsgirêkan ji bo dibistanên Kurdî yên Kerkûkê çê dike
.
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Federal a Iraqê xwandin di polên karavan ve qedexe kiriye. Li yek ji wan dibistanan, nêzîkî 100 xwendekaran di sê polên karavan de dixwend, ku girêdayî xwandina Kurdî ne û ji sendwîç panelan hatine çêkirin.
Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî ji Kurdistan24ê re got, "Zêdetirî 50 heta 60 dibistanên me karavan hene, vê yekê jî ji bo me pirsgirêk çê kirine. Hin dibistan hene ku niha nikarin xwendekarên pola yekê werbigirin û pirsgirêk jê re çê bûne; divê çareseriyeke bilez jê re bê kirin.”
Birêveberê Dibistana Tawespiyê Salar Nuredîn jî amaje da, “Ev pol ji bo ezmûnan hatine bikaranîn û niha ji wan hatiye xwestin ku wan rakin, lê tu cihên din li şûna wan nînin.” Herwesa got, "Min pêşdem nivîsar pêşkêş kiribû ku ev karavan dê ji bo polan bên bikaranîn, pêdivîtiya me bi wan heye; bi rastî eger wan rakin, pirsgirêkeke gelek mezin dê ji bo dibistana me çê bikin.”
Ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê bi hinceta silametî û parastina xwendekaran ji rûdanên şewatan hatiye derxistin. Ev jî di demekê de ye ku, ev ji du mehan kêmtir e ku dewama fermî ya dibistanan hatiye destpêkirin.”
Kêmiya avahiyên dibistanan li Iraqê bûye sedem ku, perwerdeyên bajaran penaya xwe bibin ber çêkirina polên bi awayê karavanan, lê tevaya wan polan ji nişkê ve û bêyî plan û çareseriyên pêguherk hatin rakirin.
Rakirina karavanan di demekê de ye ku, ji ber zêdebûna şêniyan, her sal hejmara xwendekaran li dibistanan û hewcedariya çêkirina dibistanên nû zêde dibe, ne kêmkirina polan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin