‘Hikûmeta Iraqê, Heşda Şeibî û Tirkiyê li dijî PKKê li hev kirine’

‘Hikûmeta Iraqê, Heşda Şeibî û Tirkiyê li dijî PKKê li hev kirine’

.

A+A-

 Hate îdiakirin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di serdana xwe ya Iraqê de, bi Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz re hevdîtin kiriye û piştî wê hevdîtinê jî hikûmeta Iraqê daxuyanî daye û gotiye, hebûna PKKê li ser axa Iraqê wekî binpêkirina destûr û serweriyê wê ye.  

Li gorî nûçeya Rojnameya Şerqul Ewsetê, berpirsekî Tirkiyeyê gotiye, di çarçoveya amadekariyan de ji bo guhertinan di ewlehiya deverê de piştî şerê Xezzeyê, şanda Hikûmeta Tirkiyeyê bi Hikûmeta Iraqê re lihevkirinek kiriye ku Şingal jî di nav de ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ji kanala CNN a Tirkiyeyê re daye xuyakirin, ew bi Serokê Desteya Heşda Şebî ya Iraqê Falih Feyaz civiyaye û li ser mijara Şingalê bi dezgeheke fermî ya Iraqê re wan li hev kiriye.

Hêjayî gotinê ye Şandeke Bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û endametiya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar guler, Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglu serdana Bexdayê kiribûn û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokê Desteya Heşda Şebî ya Iraqê Falih Feyaz û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Arecî re civiyabûn.

Piştî wê civînê Hikûmeta Iraqê ragihand ku hebûna çekdarên PKKê li ser axa Iraqê binpêkirina destûr û serweriya axa Iraqê ye ku li gorî çavkaniyan ev bixwe tê wateya ku Heşda Şeibî jî di nav de hikûmeta Iraqê li dijî PKKê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye.

Hate diyarkirin ku Hikûmeta Tirkiyeyê jî piştî wê serdanê dilxweşiya xwe diyar kiriye ku, bi aliyê Iraqî re danûstandin kirine û li ser wê yekê li hev kirine ku, hêzên Tirkiyeyê bi kûratiya 40 kîlometran û bi dirêjahiya sinoran ji Silêmaniyê heta Şingalê û heta sînorê Sûriyê dikarin operasyonên leşkerî ji bo nehiştina gef û metirsiyên ewlehiyê pêk bînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin