
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
.
Di pêngaveka dîplomatîk a girîng de ji bo misogerkirina piştgiriya navneteweyî ji bo qonaxa veguhêz û dagirtina valahiya dezgehên cîhanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyeka nû ji bo pêşvebirina mafên mirovan û rûbirûbûna qebxwaziyan amade dikin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî li Brûkselê bi Cîgira Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ewropayê Marta Timido re civiya.
Dîndar Zêbarî bi Marta Timido re bal kişand ser destkeftiyên plana Herêma Kurdistanê ji bo salên 2021 heta 2025ê di warên desthilatdariya baş û parastina pêkhateyan û mafên jinan de.
Dîndar Zêbarî herwesa tekez li ser pêdivîtiya berdewamiya piştgiriya siyasî û mirovî ya Yekîtiya Ewropayê jî kir, xasma jî piştî bidawîbûna erkê UNAMIyê û kêmbûna rola nûnerên navneteweyî.
Aliyê Ewropayî jî pesnê pêşketinan da û amadebûna xwe ji bo lidarxistina rûniştineka taybet li Parlamentoya Ewropayê ji bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan li herêmê jî diyar kir.
Herdu alî li ser lihevguhertina raportan û berfirehkirina çarçoveya hevahengiyê ji bo parastina mafên bingehîn di vê qonaxa hesas de hevnerîn bûn.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin