
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê dahatên nepetrolî bên diyarkirin
.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Hikûmeta Federal a Îraqê kir ku wekî dosyeya petrolê, dosyeya dahatên nepetrolî jî yekalî bike û di vê mijarê de bigihîjin rêkeftineke hevpar.
Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û peyamên girîng dan hikûmeta federal.
Lijneya Wezîran pişgiriya xwe ya ji bo berdewamkirina bicîkirina rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ducare kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojane bi navînî 195 hezar bermîl petrol ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve radestî rayedarên Kompanyaya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) tê kirin, li bazarên cîhanê tê firotin û dahata wê vedigere xezîneya federal.
Lijneya Wezîran daxwaz kir ku hikûmeta federal erkê xwe yê dayîna mûçe û şayisteyên Herêma Kurdistanê yên meha Tebaxa 2025an û mehên din jî wekî herêmên din ên Îraqê bi cih bîne.
Dahatên nepetrolî û para xezîneya federal
Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Lijneya Wezîran, ligel ducarekirina pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parvekirina dahatên nepetrolî li gel wezareta darayî ya federal, tekezî li ser helwesta xwe ya li ser bingeha madeya 29an a Yasaya Rêveberiya Darayî ya Federal a hejmar 6 a sala 2019an û madeya 21/Duyem a Yasaya Budceya Federal dike.
Van madeyan bi metnên yasayî yên zelal û eşkere para xezîneya federal a di dahatên nepetrolî de diyar kiriye.”
Daxwaza budceyê ji Bexdayê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Wezareta Darayî ya Îraqê, tevî ku di xişteyên yasaya budceya federal de her sal zêdetirî 4 trilyon dînar jê re hatiye veqetandin jî, heta niha ji bo mesrefên xerckirin û veberhênanê ti pere nedaye Herêma Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku ji ber vê sedemê Herêma Kurdistanê neçar maye ku piştî birîna mehane ya xezîneya federal, van xerciyan ji dahatên xwe yên navxweyî dabîn bike.
Her wiha hat destnîşankirin ku hûrgiliyên xerc û dahatên Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevsengiya çavdêriyê de mehane bi awayekî gelekî zelal û eşkere ji wezareta darayî ya federal re tên şandin û ji destpêka sala 2023yan ve ji aliyê desteyên çavdêriya darayî yên federal û herêmî ve bi awayekî berdewam tên kontrolkirin.
Banga ji bo berdewamkirina dan û standinan
Lijneya Wezîran ji Bexdayê xwest ku şandeyên danûstandinan ên her du hikûmetan di bin çavdêriya komîteya wezaretê ya ku bi biryara Lijneya Wezîran a Federal hatiye avakirin de civînên xwe bidomînin.
Armanc ew e ku wekî dosyeya petrolê, dosyeya dahatên nepetrolî jî di demeke herî kurt de bê çareserkirin û ji bo pirsgirêkên mûçeyan ti hincet û astengî neyên nîşandan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin