
Hikûmeta Fransayê ket
.
Hikûmeta Serokwezîrê Fransayê François Bayrou di dengdana li parlamentoyê de dengê baweriyê wernegirt û ket.
Hikumeta François Bayrou, ji sala 1958an ve li Fransayê bû yekem hikumeta ku bi dengdana baweriyê dikeve.
Di rûniştineke awarte ya Lijneya Giştî ya Meclisa Neteweyê de ku baskê jêrîn ê parlamentoyê ye, ji bo hikûmeta Bayrou dengdana baweriyê hat kirin.
194 parlamenteran piştgirî da hikûmeta Bayrou, 364 parlamenteran jî dengê nebaweriyê da.
Li Fransayê ji sala 1958an vir ve 41 caran dengdana baweriyê hatiye kirin lê ev cara yekem e ku hikûmetek bi daxwaza xwe diçe dengdanê û piştgiriya parlamentoyê wernagire û dikeve.
Berê li welêt 2 hikûmet jî bi pêşniyarên bêbaweriyê yên mixalefetê hatibûn xistin.
Di rûniştina parlamentoyê de ku beriya dengdanê navên pêşeng ên komên siyasî axivîn, rewş aloz bû.
"Em ji 2000î vir ve bûne welatekî ku ji yên din kêmtir hildiberîne"
Bayrou di axaftina xwe ya li Parlamentoyê de biryara xwe ya birina hikûmetê ya ji bo dengdana baweriyê wekî "testa rastiyê" bi nav kir û diyar kir ku ew dê îro li Meclisa Neteweyî bibin şahidê dengdaneke dîrokî.
Bayrou got, "Em ji sala 2000î vir ve bûne welatekî ku ji yên din kêmtir hildiberîne" û da zanîn ku Fransayê nêzîkî 50 sal in bûdceyek "hevseng" nîne.
François Bayrou ji bo krîza deynan a li welêt got ku ew "xwînrijandineke navxweyî" ye û ev şîrove kir:
"Welatê me dixebite, difikire ku dewlemend dibe lê her sal hinekî din feqîr dibe."
Bayrou tekez kir ku teslîmbûna ji bo deynan wekî teslîmbûna ji bo hêza leşkerî ye û wiha pê de çû:
"Gelo em di bin zexta çekan de bin an jî ji ber deynên ku ji me zêdetir in di bin zexta deyndêran de bin, di her du rewşan de jî em azadiya xwe winda dikin."
Alîkarê Serokê Koma Partiya Ronesansê ya Serokkomar Emmanuel Macron, Gabriel Attal jî parast ku divê parlamento pirsgirêkên xwe bêyî ku bandorê li Fransiyan bike çareser bike û anî ziman ku xistina hikûmetê dê zerarê bide baweriya Fransiyan a bi siyasetê.
"Hûn nikarin têkçûna xwe veguherînin serkeftinê"
Alîkarê Serokê Koma Partiya Sosyalîst (PS) a mixalefetê Boris Vallaud, Emmanuel Macron wekî "serokkomarekî têkçûyî" bi nav kir û ew ji krîza siyasî ya li welêt berpirsyar dît û ducare kir ku partiya wî dê dengê baweriyê nede hikûmetê.
Vallaud got, "Birêz Serokwezîr, hûn nikarin têkçûna xwe veguherînin serkeftinê" û da zanîn ku sosyalîst amade ne hikûmetê ava bikin.
Rastgirên tundrew bangî Macron kir ku Meclisê fesix bike
Cîgira Serokê Koma Partiya Yekîtiya Niştimanî (RN) ya rastgirên tundrew Marine Le Pen tekez kir ku divê Macron piştî dengdana baweriyê Meclisa Niştimanî fesih bike.
Le Pen hikûmeta Bayrou rexne kir û got, "Hûn nikarin li ber kamerayan şîna (polîtîkayên) xwe yên xerab bigirin."
Marine Le Pen parast ku heke Macron Meclisê fesih neke ew dê "welêt bigihîne asta rawestanê."
Li aliyê din, Cîgirê Serokê Koma Partiya Komarparêzan (LR) a navend-rastgir a hevkarê desthilatê Laurent Wauquiez, tekez kir ku heke hikûmet bikeve ew dê bi ti awayî piştgiriyê nedin hikûmeteke muhtemel a sosyalîstan, eger ew armancên siyasî yên çepgirên tundrew bipejirînin.
Cîgira Serokê Koma Fransaya Sernatewîne (LFI) Mathilde Panot bal kişand ser wê yekê ku di serdema Komara 5an de cara ewil e ku hikûmetek ji ber wernegirtina dengê baweriyê dikeve û got, "Hemû kesên ku hewl didin Macron xilas bikin dê bi wî re bikevin."
Hikûmeta berê ya Barnier bi pêşniyara bêbaweriyê ketibû
Hikûmeta navend-rastgir a Michel Barnier a li Fransayê piştî 3 mehan ji ber nakokiyên di danûstandinên bûdceya 2025an de, di 4ê Kanûna Pêşîn a 2024an de bi pêşniyara bêbaweriyê ya mixalefetê ketibû.
Macron, di 13ê Kanûna Pêşîn a 2024an de Bayrou wekî serokwezîr tayîn kiribû.
Danûstandinên bûdceya nû li welatê ku bi deynên giştî di tengasiyê de ye, yek ji mijarên sereke yên nakokiyê di navbera hikûmet û mixalefetê de bû.
Bayrou jî beriya danûstandinên bûdceya 2026an ku tê de rakirina hin betlaneyên fermî û teserûfa nêzîkî 43 milyar euroyî heye û rastî berteka Fransiyan hatibû, biryar da ku hikûmetê bibe dengdana baweriyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin