HEZKURD’ê ji bo 4 namzedên Serokomariya Tirkiyê name şandin

HEZKURD’ê ji bo 4 namzedên Serokomariya Tirkiyê name şandin

.

A+A-

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li bajarê Stenbolê bi rêya postexaneyê bi awayekî fermî li ser kêşeyên Kurdan û zimanê Kurdî nameyek bo her 4 namzedên serokomariyê şand. Di nameyê tê xwestin ku namzedên serokomariyê bernameya xwe ya li ser çareseriya kêşeya Kurd û zimanê Kurdî raber bikin.   

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re dam û dezgehên medenî yên Kurdan jî bi awayekî fermî ji namzedên serokomariyê daxwazê dikin ku helwest û projeyên xwe yên li ser zimanê Kurdî raberî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê bikin.

Rêveberên Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê li Stenbolê ji 4 namzedên serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce û Sînan Ogan re bi rêya postê name şand. Di nameyê de tê gotîn ku Kurd avakarê sereke yê Komara Tirkiyê ne û divê zimanê Kurdî jî wekî zimanê Tirkî bê naskirin.

Rêvebera HEZKURDê Dewlet Cîhan Çevîk ji K24ê re ragihand: "Em dibêjin pêşniyarên we yên zagonî çi ne? Yanî li ser zimanê Kurdî kesayeta Kurdî li ser nasnameya Kurdî hûnê çi bidin wan? Zagoniya wan çiye? Em vî tiştî resen dixwazin, resmî dixwazin yanî fermî dixwazin.Ev der xaka me ye ev der çanda m ye. Dîrokeke qedîm heye. Em li ser vê axê ne em hene lê ji aliyê zagonî û qanûnî ve em tûnene. Ji ber wê yekê me jî ji wan re peyam şand û got ka hûnê çi bikin pêşniyarên wên zagonî çine? Hûnê ji me re çi bikin yanî? Madem demokrasî heye em jî dixwazin mil bidine vê demokrasiyê çimkû me jî divê li bajarên xwe û xaka xwe azad bijîn."

Endamên Hereketa Zimanê Kurdî diyar dikin, li Tirkiyê ji roja roj de zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û her desthilata ku piştî bûye erkdar çavê xwe li qedexeyan girtiye. Ew dibêjin, vê carê ji namzedan pirsiyar dikin, gelo hûnê jî wekî desthlatên borî çavê xwe li qedexeya ser zimanê Kurdî bigirin an bi awayekî fermî nas bikin?

Rêveberê HEZKURDê Xembar Ferqîn ji K24ê re diyar kir: "Me name ji 4 namzedên serokamriyê re şand. Me got; hûn di pêşerojê de bibin serokomar, wekî serokomar li ser maseya we di pêşeroja we de di rojeva we de Kurdî heye heye yan na?"

Rêvberên Hereketa Zimanê Kurdî di nameyê de bibîr dixin ku ligel bi milyonan Kurd dijîn jî li Tirkiyê, çima zimanê Kurdî di nava saziyên dewletê de nayê bikaranîn û daxwaz dikin di anonsên balafiran de zimanê Kurdî jî wekî zimanê Îngilizî û Erebî bê bikaranîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin