HEZKURDê îsal bo dersa Kurdî kampanyayek berfireh da destpêkirin

HEZKURDê îsal bo dersa Kurdî kampanyayek berfireh da destpêkirin

.

A+A-

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) îsal jî kampanyaya xwe ya ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li dibistanên seretayî û navendî  da destpêkirin.

Kampanya 30ê Kanûna 2022an li navçeya Qosêrê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê destpê kir.

Xwebexşên HEZKURDê ji wê demê ve li cadde û kolanên beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê digerin û belavokan li ser malbatên Kurd belav dikin daku ji dersa bijarte agahdar bibin û di sala nû ya xwendinê de bo zarokên xwe hilbijêrin.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî derbarê kampanyaya îsal de ji Rûdawê re ragihand wan li gor tecrûbeya sala borî îsal zûtir dest bi kampanyaya xwe kirine.

Barij Celalî got “Ev sal me biryar girt wek Hereketa Zimanê Kurdî nêzî hefteyek 10 rojan pêş de xwe amade bikin bi her awayî û kampanyayê pêşdetir bidin destpêkirin û heta ku kampanya berfireh û geş dibe, daku haya millet jê hebe  proseyê kingî destpêkir  û zarokên Kurdan li dibistanan dersên Kurdî hilbijêrin.”

Roja Duşemê jî endamên HEZKURDê li çend taxên parêzgeha Amedê belavok belav kirin.

Zarokên Kurd û malabatên wan bi germî pêşwazî li kampanyaya dersa bijarte kirin.

Îsal Kampanya ji aliyê 350 xwebexşên zimanê Kurdî ve hatiye destpêkirin.

Ji bo destpêkê 40 hezar belavok hatine amadekirin. Lê HEZKURD plan dike heta dawiya kampanyayê zêdeyî 400 hezar belavokên agahdarkinê belav bike. 

Berdevkê HEZKURDê bi rêya Rûdawê banga piştevaniyê ji bo kampanyaya zimanê Kurdî dike.

Celalî “Di warê aboriyê de jî me got HezKurd herketeke medenî ye girêdayî ti rêxstin û saziyeke din nîne ji ber wê yekê jî xwebexşên me, endamên me ji berîkan xwe van mesrefan pêk tînin. Banga me ev e, em tiştekî madî naxwazin ji bo hereketa xwe, ger ku karibin di vê kampanya û pêvajoyê de çi pirtûk bin çi jî mesrefên broşur û belavokan bin herkes li gorî hêza xwe ya ku dilê wî de derbas dibe piştgiriyê bide vê kampanyayê ji bo zimanê Kurdî, em dê şanaz bin, deyndarê wan bin.”

Sala borî jî HEZKURDê kampanyayekî berfireh ji bo dersên Kurdî dabû destpêkirin û li 39 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  bi 734 xwebexşên zimanê Kurdî 280 hezar belavok belavkiribûn. Li gor amarên Sendîkayên Perwerdê di demsala borî ya xwendinê ya 2022-2023an derdora 25 hezar xwendekaran dersên bijarte yên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî hilbijartine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin