HEZKURD ji bo zimanê Kurdî bi partî û tevgerên Kurdî re civiya

HEZKURD ji bo zimanê Kurdî bi partî û tevgerên Kurdî re civiya

.

A+A-

Ji bo berfirekirina xebatên bo Zimanê Kurdî, HEZKURDê serdana partî û komeleyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê kir û ji bo pêşxistin û berfirehkirina bikaranîna zimanê Kurdî daxwazên xwe gihand wan.

Hereketa Zimanê Kurdî(HEZKURD) ragihand, ji bo xebatên zimên berfireh bibin û di warê Zimanê Kurdî da helwesteke neteweyî çêbibe, dest bi pêngaveke nû kiriye.

Di daxuyaniyekê de bo raya giştî, Hereketa Ziman Kurdî (HEZKURD) diyar kiriye, piştî kampanya û xebatên xwe yên ji bo dersên hilbijarî, ji bo “paşeroja zimanê Kurdî û lihev civandina hemû pêkhatiyên Miletê Kurd li dora maseya ziman”, wan dest bi xebatan kiriye. HEZKURDê ragihandiye, “divê hemû cûdahî, nakokî û pirsgirêkên di nav Miletê Kurd de rawestin”.

Daxuyaniya HEZKURDê ya ji bo raya giştî wiha ye:

"Te zanîn ku, Hereketa Zimanê Kurdî(HEZKURD) ji bo hişmendiya Zimanê Kurdî di nava Neteweya Kurd de bilind bibe, di 15 Cotmeha 2020an de bi awayêkî fermî nav û rêvebirîya xwe û armancên xwe ragihandibû. Ji wê rojê şûn da, HEZKURDê kar û xebatên zimên bi şêweyekî medenî û rewa birêvebir. Herî dawî, kampanya ku ji bo dersên hilbijarî yên Kirmanckî/Zazakî û Kurmancî dabû destpêkirin, di serî de bi saya Medya Kurdî û bi saya saziyên rêzdar û partiyên Kurdan yên kedkar, ew kampanya gelekî mezin bû û ji hêla hemî Miletê Kurd ve hat hembêzkirin û bû mulkê hemî Neteweya Kurd.

Piştî kampanya û proseya dersên hilbijarî yên Kurdî, Miletê Kurd dît ku Zimanê Kurdî dikare bibe hîmê yekbûna neteweyî. Bi vê mebestê, HEZKURDê bi dawîbûna proseya dersên hilbijarî, dest bi serdanên hemî sazî, dezge, rêxistin û partiyên ku piştgirî dan kampanyayê kir. Hin serdanên ji bo saziyên ragihandinê, weşanxane, baro û komeleyan pêk hatin. Li gel van serdanan, HEZKURDê dest bi serdanên partiyên Kurdan jî kir. Û dê serdanên ji bo pêşxistina hişmendiya Zimanê Kurdî yên li gel saziyan sivîl û rêxistinên siyasî berdewambin.

Bi vê yekê, HEZKURDê bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDê birêz Barij Celalî, Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk birêz Fethullah Elçî û xebatkarên HEZKURDÊ di 14, 15 û 16ê Avrêlê (Nîsan) da, li gel

PAK, Hereketa Azadî, PSK, PÎA, KKP, HAK-PAR, CNK, HDP û HUDAPARê ji bo pêşeroja Zimanê Kurdî hevdîtinên fermî pêk anîn.

Di van hevdîtinan da, li ser dahatûya Zimanê Kurdî hemî aliyan bê nakokî nêrînên me pejirandin û bi şêweyekî zelal xebat, bername û armancên xwe yên ji bo zimên, bi me ra parvekirin.

Her wiha HEZKURDê di hevdîtinên xwe yên li gel HDP û HUDAPARê da, sê daxwaz ji rêveberiya her du partiyan xwestin.

Me weke HEZKURDê ji bo pêşveçûn û pêşeroja Zimanê Kurdî ji HDPê xwest ku,

  • 1-Li Bakurê Kurdistanê, divê hemî kadroyên we bi Kurdî(Kurmancî, Zazakî) bizanibin. Di jibartina kadroyan da, divê şertê yekem zanîna Zimanê Kurdî be da ku ji bo Miletê Kurd karibin xizmetê bikin. Yên ku bi Kurdî nizanin, divê ji bo kadro neyên jibartin.
  • 2-Divê zimanê hemî xebatên HDPê yê sereke bi Kurdî be ne ku bi Tirkî.
  • 3-HDP çawa ku bi şêweyekî girseyî û berfireh ji bo Newrozê, 1ê Gulanê, 8ê Adarê mîtîngan li dar dixe, divê ji bo Zimanê Kurdî jî her sal di 15ê Gulanê da (ji bo Cejna Zimanê Kurdî) xebatên girseyî li hemî bajarên Kurdan pêk bîne. Da ku hişmendiya zimên di nava gel da bildin bibe.

Rêvebiriya HDPê jî ev 3 daxwaz bi awayêkî erênî pêşwazî kirin û not girtin da ku bigihînin navenda HDPê.

Dîsa me weke HEZKURD ji bo pêşveçûn û pêşeroja Zimanê Kurdî ji HUDAPARê xwest ku,

  • 1-Li Bakurê Kurdistanê, divê hemî kadroyên we bi Kurdî(Kurmancî, Zazakî) bizanibin. Di jibartina kadroyan da, divê şertê yekem zanîna Zimanê Kurdî be da ku ji bo Miletê Kurd karibin xizmetê bikin. Yên ku bi Kurdî nizanin, divê ji bo kadro neyên jibartin.
  • 2-Divê zimanê hemî xebatên HUDAPARê yê sereke bi Kurdî be ne ku bi Tirkî.
  • 3-HUDAPAR çawa ku bi şêweyekî girseyî û berfireh ji bo Mewlûda Rojbûyîna Hz. Mihemed, ji bo protestokirina Îsraîlê ya li Qudsê mîtînga li dar dixe, divê ji bo Zimanê Kurdî jî her sal di 15ê Gulanê da (ji bo Cejna Zimanê Kurdî) xebatên girseyî li hemî bajarên Kurdan pêk bîne. Da ku hişmendiya zimên di nava gel da bildin bibe.

Rêvebirîya HUDAPARê jî ev 3 daxwazên me bi şêweyekî erênî pêşwazî kir û not girtin da ku bigihînin navenda HUDAPARê.

Bi vê mebestê, em weke rêveberiya HEZKURDê spasiya hemî partiyan PAK, PSK, PÎA, HAK-PAR, KKP, HDP, HUDAPAR û her du tevgeran (Hereketa Azadî, Ciwanên Netewî yên Kurdistanî) dikin ku derê xwe ji me ra vekirin û bi awayêkî gelekî baş, maqûl û erênî em pêşwazî kirin."

h-004.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin