
Hêzên Tirkiyê li Efrînê zêdetirî 100 daran birîn
.
A+A-
Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve ji navçeya Şiyê û Mabate yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 daran birîn.
Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve zêdetir ji 100 daran li gundê Hec Qasimo yê Mabate û gundê Dalu yê Şiyê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê birîne.
Heman çavkaniyan da zanîn, ji bilî birîna daran û talankirina milk û malê welatiyên ji aliyê Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarên girêdayî wê ve di guherîna demografiyê de jî berdewam in.
Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye heta niha hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê Tirkiyê zêdetir ji 34 hezar darên zeytûnan li Herêma Efrînê birîne
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin