Hêzên Tirkiyê 3 herêmên Rojavayê Kurdistanê dan ber topan

Hêzên Tirkiyê 3 herêmên Rojavayê Kurdistanê dan ber topan

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve hejmarek gundên Rojavayê Kurdistanê li herêma Şehba, nahyeya Şêrawa ya Efrînê û bajarokê Til topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî top ji aliyê bajarokê Marihê ve hatine û gelek gulleyên topê li devera di navbera gundên Ehresê, Hirbil û Um El-Hoş ketine.

Heman çavkaniyan dane zanîn ku ziyan tenê madî bûne û ti ziyanên canî çê nebûne

Hêzên Tirkiyê gundên Şêrawa jî topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên alîgirê wê gûndên Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 17ê Temûzê, hêzênTirkiyê û girûpên çekdar ên alîgirê wê gundên Kilutê û Meyase yên Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Heman çavkaniyan da zanîn, topbaran heta demjmêr 16:00 berdewam bû, û nêzîkî 10 gulleyên topê li wan gundan ketin xwarê, lê ti zaniyarî derbarê ziyanan de nehatiye zanîn.

Roja 16ê Temûz, hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên alîgirê wê gundê Aqîba jî li navçeya Şêrawa ye herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kiribûn.

Gundê Gozeliyê li Til Temirê hat topbarankirin

Li aliyekî din artêşa Tirkiyê û komên çekdar herwiha gundê Gozeliyê li gundewarê bajarokê Til Temir li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Gundê Gozeliyê dikeve ser rêya navdewletî ya M4 ku rêyeke stratejîk e û gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi hev û bi bajarên din ên Sûriyê ve girêdide.

Di derbarê ziyanên wê topbaranê de ti tiştek nehatiye ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin