
Hêzên Sûriyeyê hinek perestar girtin û yek ji wan kuşt
.
Dîmenên nû yên Komkujiya Siwêdayê belav bûn. Di wan dîmenan de çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê li Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê karmendekî qetil dikin.
Vîdeoyeke ku roja îro (10ê Tebaxê) li ser torên civakî hatiye weşandin, nîşan dide ku hêzên ser bi Wezareta Karên Navxwe û Parastinê ya Sûriyeyê ve bi ser Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê de digirin.
Di bûyerê de, çekdar hejmarek bijîşk û perestaran desteser dikin û kesekî ji wan ê ku li ber xwe dide dikujin.
Birvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman, rastiya vîdeoyê ji Rûdawê re piştrast kir û got: "Dîmeneke vîdeoyî ya piştrastkirî ketiye destê me. Tê de xuya dike ku çekdarên Wezareta Parastin û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, kesekî li Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê bi guleyan dikujin."
Di dîmenan de tê dîtin ku karmendên tenduristiyê bi kincên kar li ber çekdaran li ser çokan rûniştine.
Yek ji karmendan radibe û piştî gengeşeyekê êrişî çekdarekî dike. Çekdar xwe rizgar dike û bi Klaşînkova xwe guleyekê lê dide. Paşê, hevalekî wî jî bi demançeyê guleyeke din lê dide û termê wî li dû xwe dikişîne.
SOHR: Me heta niha 401 kuştin belge kirine
Ramî Ebdulrehman her wiha got, “Ev dîmen tenê beşeke ji binpêkirinên li dijî welatiyên Siwêdayê ye. Ev yek ji 401 kuştinên meydanî ye ku SOHRê heta niha bi belgeyan piştrast kiriye."
Ji aliyê din ve Hikûmeta Sûriyeyê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Rûdawê ji bo zanyariyên zêdetir, pêwendî bi çalakvanê sivîl ê li Siwêdayê Weddah Ezzam re kir.
Weddah Ezzam ji Rûdawê re got, "Vîdeo rast e û ew vîdeo ji telefonên çekdarên ku dîl hatine girtin, hatiye dîtin.
Bûyer di dema şerê navxweyî de li Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê qewimiye."
Ezzam wiha domand, "Bûyer di 16ê Tîrmeha 2025an de çêbûye. Me bi xwe vîdeo bi dest xist û weşand.
Me hemû belge kirin rapor û ji Neteweyên Yekbûyî re şandin. Ew vîdeo ji telefonên çekdarên dîlgirtî û kamerayên çavdêriyê yên nexweşxaneyê hatine wergirtin."
Parêzer Eymen Şeybedîn ê ku belgeyên tawanan li Siwêdayê kom dike, ji Rûdawê re axivî û got: "Ew vîdeo sedî sed rast in û bûyer li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê qewimiye."
Çirûska şer ji kû derket?
13yê meha Tîrmehê komeke çekdar a Erebên Bedewî (Çolî) li ser rêya Şam-Siwêdayê ciwanekî Durzî yê bi navê Feyzlulah Deware revand û ew bû sedema aloziyan.
Li gorî agahiyan, Erebên Bedewî otomobîl û pereyê wî kesê Durzî jê hatine standin.
Piştî berdana wî, ev bûyer bû sedema hêrsa Durziyan û wan jî wekî bertek dest bi revandina endamên Erebên Bedewî kir.
Erebên Bedewî bi alîkariya hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bo dorpêçkirina Siwêdayê kir û hefteyekê şer û pevçûnên dijwar li herêmê qewimîn.
Li aliyê din Îsraîl jî tevlî şer bû û balafirên şer ê Îsraîlê bi dijwarî dest bi bombebarankirina Erebên Bedewî û hêzên çekdar ên Sûriyeyê kir.
Li gorî zanyariyên SOHRê di şer û pevçûnên li Siwêdayê de bi kêmanî 1000 kes hatine kuştin û zêdetirî 1,500 kes jî birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin