Hêzên Îranê sala 2023yan 332 kolber gulebaran kirin

Hêzên Îranê sala 2023yan 332 kolber gulebaran kirin

.

A+A-

 Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên Îranê sala 2023yan 332 kolber li Rojhilatê Kurdistanê gulebaran kirin.

Li gorî heman daneyan, 41 kesên ku rastî êrişê hatine canê xwe ji dest daye û 291 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Hengawê, ji sedî 86ê kolberan ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hatine gulebarankirin.

Ji sedî 26ê Kolberên birîndar jî ji 18 salî biçûktir in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di daxuyaniya xwe de got:

“Li gorî par, êrişên li dijî kolberan zêde bûne. Di nava salekê de 41 kolber hatin kuştin û 229 kolber jî birîndar bûn.

Ji sedî 86,5ê kolberan ji aliyê hêzên çekdarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve rastî êrişê bûne û yên din jî di encama teqîna mayînan de mirin an birîndar bûn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin