Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derbasî Hisîçayê bûn

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derbasî Hisîçayê bûn

.

A+A-

 

Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê gihiştin bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê û li fewcaTelayê bi cih bûn.

Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ragihand ku îro hêzeke mezin ji Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê gihiştiye Hisîçayê û li fewca Telayê ya li rojhilatê bajarê Hisîçayê bi cih bûye.

Li gorî nûçegihana Rûdawê, Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê bi karwanekî ku ji 35 wesayîtên leşkerî pêk dihat gihîştine herêmê.

Nûçegihana Rûdawê her wiha aşkere kir ku ev hêzên ku gihîûtine Hisîçayê li şûna hêzên HSDyê li fewca Telayê bi cih bûne.

Hatina van hêzan hebûna Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê li parêzgeha Hisîçayê berfirehtir dike.

Divê were gotin ku Mezlûm Ebdî 25ê Tebaxa 2026an ragihandibû ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û entegrasyona wê ya temam a bi saziyên dewleta Sûriyeyê re bi dawî bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin