Hêzeke Amerîkayê derbasî nav axa Sûriyê bû

Hêzeke Amerîkayê derbasî nav axa Sûriyê bû

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand; bi dehan barhilgirên ser bi artêşa Amerîkayê ji Iraqê derbasî nav axa Sûriyê bûne.

A+A-

Îro sêşemê ajansa SANA diyar kir; karwana serbazî ya Amerîkayê ji 60 wesayîtên barhilgir pêk hatibû û çendîn otomobîlên serbazî ji bo parastina wan ligel wan bûn û hemû ser bi hêzên Amerîkayê bûn.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku îro piştî nîvro ji Deriyê Sînorî yê Welîd ê li nahiya Ye'rûbiye ya li nêzîkî sînorê Iraqê derbas bûne û ketine nav axa Sûriyê.

Li gor ajansê, di nav wan wesayîtên barhilgir de pêwîstiyên serbazî û lojîstîk hebûn û ber bi binkeyên Amerîkayê yên li derdora Hesekê diçûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin