
Hêza Deltayê ya ku Maduro girt kî ye?
.
Îro careke din navê yekeya "Hêza Delta" ya Amerîkayê bû serdêra nûçeyên cîhanî.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku artêşa welatê wî Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro li navenda Caracasê girtiye.
Ev yekeya taybet ku wekî "Artêşa Sîber" tê naskirin, xwedî dîrokeke dirêj a operasyonên nihênî ye.
Destpêka damezirandinê
Kok û rîşê Hêza Deltayê vedigerin nîvê salên heftêyî yên sedsala borî.
Charles Beckwith ku berê bi Hêzên Taybet ên Brîtanyayê (SAS) re kar kiribû, tekezî li ser wê yekê dikir ku pêdiviya Amerîkayê bi hêzeke biçûk û gelekî pispor heye ji bo têkoşîna li dijî terorê.
Di encamê de, 19ê Çiriya Paşîn a 1977an, yekeya yekem a operasyonên taybet ên Artêşa Amerîkayê bi fermî hat damezirandin ku paşê wekî "Hêza Delta" hat naskirin.
Erka sereke ya vê hêzê li ser rizgarkirina dîlan, dijteror û operasyonên rasterast ên li dijî armancên girîng hûr dibe.
Şikestina Îranê û guherîna dîrokî
Yekem ezmûna mezin a hêzê sala 1980yî bû, dema ku operasyona "Pençê Eylo" ji bo rizgarkirina dîlên Amerîkî li Tehranê hat kirin.
Lê ev operasyon ji ber pirsgirêkên teknîkî û keşûhewayê li çolên Îranê rastî şikestineke mezin hat û tê de 8 leşkerên Amerîkî mirin.
Ev şikestin bû sedema ku Pentagon çav bi hemû pergala operasyonên taybet de bigerîne û Fermandariya Hevpar a Operasyonên Taybet (JSOC) damezirîne ku Hêza Delta bû stûna sereke ya wê fermandariyê.
Girtina serokan; ji Noriega heta Seddam Husên
Dawiya salên heştêyî, Hêza Deltayê pisporiya xwe di girtina serkirdeyên siyasî de nîşan da.
Sala 1989an û di dema kontrolkirina Panamayê de, vê hêzê roleke sereke di dorpêçkirin û girtina dîktatorê wî welatî Manuel Noriegayê de lîst.
Ew yekem pêşîneya dîrokî bû ku tê de Hêza Deltayê karî serokê welatekî bigire û bişîne Amerîkayê ji bo darizandinê ku tam dişibe wî erkî ku îro li hemberî Maduro pêk anî.
Her wiha, yek ji destkeftên herî mezin ên vê yekeyê sala 2003yan bû.
Piştî rûxîna desthilata Beasê ya li Îraqê, tîmên Hêza Deltayê bi hevkariya Dezgeha Îstixbarata Navendî (CIA) çend mehan li dû dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Husên geriyan.
13ê Kanûna Pêşîn a 2003yan, di operasyona "Berbanga Sor" de, leşkerên Hêza Deltayê karîn Sedam Husên di çalekê de bigirin ku ev wekî serkeftineke bê mînak ji bo hêzên taybet ên Amerîkayê hat tomarkirin.
Şerê dijî terorê û kuştina Bexdadî
Di du dehsalên borî de, Hêza Deltayê piraniya erkên xwe li herêmên Rojhilata Navîn û Efxanistanê pêk anîne.
Sala 2019an, vê hêzê operasyoneke asmanî ya aloz li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê pêk anî ku armanca wê Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bû.
Di wê operasyonê de, Hêza Deltayê karî bigihîje nav veşartgeha Bexdadî ku paşê xelîfeyê DAIŞê xwe teqand.
Vê karî careke din îsbat kir ku şiyana Hêza Deltayê heye bigihîje gelek cihên cîhanê.
Operasyona Caracas 2026; dawiya Maduro
Li gorî zanyariyan, amadekariya ji bo girtina Nicolas Maduro çend mehan ajotiye.
Sala 2025an Amerîkayê proseya "Rima Başûr" da destpêkirin û tîmên Hêza Deltayê di keştiyên şer de li Deryaya Karîbîkê hatin bicihkirin.
Berê sibehê roja Şemiyê 3yê Kanûna Paşîn a 2026an, piştî ku 7 teqînên mezin paytexta Venezuelayê hejandin û pergala pêwendiyan a wî welatî ji kar ket, tîmên Hêza Deltayê bi helîkopterên bêdeng (Stealth) çûn nav Caracasê.
Di beşeke raporên meydanî de hatiye ku operasyonê kêmtirî 30 xulekan ajotiye.
Leşkerên Hêza Deltayê karîne bi lezeke gelekî zêde parêzvanên Maduro bêdeng bikin û Serokê Venezuelayê li koşka wî bigirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin